PolîtîkRojev

Mijara koçberan hatiye siyasîkirin

 Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, komîteyek ji bo pirsa koçkirinê tê pêkanîn û ji bo çareserkirina vê pirsê, dê di demekê nêzîk de raportekê ji Encûmena Wezîran re bilind bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di konferanseke rojnamevanî de ragihand, koçkirina gencan diyardeyeke cîhanî ye û li piraniya welatên vê herêmê heye, lê sedem û hokarên koçkirinê yên li Herêma Kurdistanê ji yên welatên derdorê cudatir e, ji ber ku rewşa Herêma Kurdistanê bi berawirdkirina bi hin welatan, gelekî baştir e.

Got jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolînan li ser vê mijarê dike û li gel wê jî divê em hinek egeran berçav bigirin ku bûne diyardeya koçkirinê, lê rêjeya koçkirinên li gor salên berê, gelek kêmtir e.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, lêkolîn li ser sedemên koçkirinê tên kirin û di civîna îro ya Wezarta Navxwe û hin aliyên din de, gelek pêşniyaz hatin pêşkêşkirin. Diyar kir jî, komîteyek ji bo vê mebestê tê pêkanîn û dê raportekê li ser vê pirsê ji Encûmena Wezîran re bilind be.

Ragihand jî, komek sedem û hokar ji bo koçkirina gencan hene, wek hokarên aborîm ewlehî û bêkariyê. Herçend e Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama du salên borî de, 120 hezar derfetên kar ji gencan re peyda kirine, lê pêwendiya vê pirsê bi Hikûmeta Iraqê re heye, ji ber ku para Herêmê ji budceyê naşîne û rewş dijwar kiriye.

Cotyar Adil diyar kir, Hikûmeta Herêmê her hewlekê ji bo çareserkirina vê pirsê dide, lê mixabin hin kes hene dixwazin vê pirsê bikin destkefteke siyasî û hestên xelkê ber bi xwe ve bikişînin.

Destnîşan kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de dê li ser bingeha rapora komîteya taybet, vê pirsê çareser bike.

Ji aliyê xwe vem Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di heman konferansa rojnamevanî de ragihand, “Mixabin welatiyên me bûne qurbaniyên destê qaçaxçiyan û bazirganî bi wan tê kirin. Wêneyên me li ser sînorê Belarusê dîtine, karesat e.”

Got jî: “Em bi Balyozê Belarusê yê li Tirkiyê re axivîn û me daxwaz jê kir ku welatiyên me nebin beşek ji nakokiyên wî welatî bi Ewropa re. Me ji wan xwast jî ku hin alîkariyan bi koçberan re bikin, ta ku ji wê karesatê rizgar bibin.”

Dizeyî aşkere kir, heta niha termên du koçberên Kurd ên li ser sînorê Belarusê canê xwe ji dest dane. Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî, termê kesekî rakirina Minska Paytext hatiye veguhastin, termê kesê din jî tê rakirin.”

Herwiha diyar kir, koçkirina gencan ber bi Belarusê ve ji zû ve li Herêma Kurdistanê hatiye ragirtin, lê hin qaçaxçî bi riya Sûriye, Lubnan û Tirkiyê re welatiyan digihînin Belarusê.

Back to top button