PolîtîkRojev

Amerîka soza nehiştina astengiyên li pêş danûstandinên kurdî da

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê David Brownstein diyar kiriye ku tîma dîplomasî ya Amerîkî dê di demeke nêzîk de vegere herêmê.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Li ser daxwaza Balyozê Amerîkî David Brownstein, roja 9ê Mijdarê hevdîtinek di navbera wî û Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de bi awayê online hate kirin.”

Li gor daxuyaniya ENKSê, di civînê de hejmarek mijarên girîng hatin guftûgokirin û aliyê Amerîkî tekezî li ser berdewamiya hebûna Amerîka ya leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê kir, ji bo rêgirtina li vegera DAIŞê, dabînkirina aramiyê li herêmê û piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî.

ENKSê diyar kir jî, Brownstein tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi serperiştîkirina danûstandinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de kir.

ENKSê her di wê derbarê de diyar kir jî: “Brownstein pabendbûna welatê xwe bi belgeya garantiyê ya ku bi serkirdeyê HSDê Mezlûm Ebdî re îmze kiriye û bicihanîna naveroka wê û piştre rûniştina li ser maseya danûstandinan kir.”

Destnîşan kir jî, di civînê de li ser binpêkirinên li dijî ENKSê, girtina endamên wê, gefên berdewam li ser malbatên Pêşmergeyên Roj û girtina deriyê Sêmalka di rûyê serkirde û endamên ENKSê de hat rawestandin û Balyozê Amerîkî soz da hemû van mijaran bi serkirdayetiya HSDê re gotûbêj û çareser bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Balyozê Amerîkî diyar kir jî, di demeke nêzîk de tîma dîplomasî ya Amerîkî dê vegere navçeyê û dê kar ji bo nehîştina wan astengiyên li pêşiya danûstandinên Kurdî hene, bike.”

Ji aliyê xwe ve, Serokatiya ENKSê spasiya Amerîka ji ber parastina ewlehî û aramiyê li navçeyê û nehiştina her destêwerdaneke derveyî kir.

Back to top button