Mijara Girîng Neçirvan û Mesrûr Barzanî li Îmaratê çi qise kirin?

Dîsa Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê ji bo berjewendiyên xwe, ji bona ku encama Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê yanî Dewleta Kurdistanê ava bibe, alîkarî nekirin.
Îbrahîm GUÇLU
Komcivîna Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) li Îmarata Erebî hat lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdarî konferansê bûn. Ew bi dilgermiyekê ji aliye serok û serokwezîrên gelek dewletan ve hatin pêşwazî kirin. Ew pêşwaziya bi dilgermî hem nişana xurtbûna dîplomasiya Barzaniyan û hem jî qiymeta statuya Herêma Federe ya Kurdistanê wek dewleteke serbixwe ye.tê Ev pêşwaziya herdu serokan ji aliyên gelek serok û serokwezîran ve, di heman dem de ji bo nasandina Doza Kurd û Kurdistanê û ji bo pêşeroja çarenivîsiya Kurd û Kurdistanê jî gelek girîng e.
Şik tune ye ku ji bona Doza Kurd û Kurdistanê, ji bo Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê, dîplomasî û danûstandinên navneteweyî jî gelek girîng in. Loma jî serokê efsanewî yê neteweyî Mele Mistefa Barzanî gotiye, “divê Kurd û Tevgera Kurd ya neteweyî, di seheya navneteweyî de dostên xwe zêde bikin û dijminên xwe kêm bikin“.
PDK û Barzanîyan ev wasiyeta Serokê Mezin bîra nekirin, her deme qiymet dan dîplomasiyê, di seheya navneteweyî de dostên xwe xwestin zêde bikin. Serok Mesûd Barzanî her dem ev wasiyeta gelek bi xurtî û bi exlekeke bilind pêk anî. Loma jî di seheya navneteweyî de bû xwediyê qedir qiymeteke bilind. Serokê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzaniyên ciwan jî qiymet didin dîplomasiyê û danûstandinên navneteweyî.
Baş tê zanîn ku dîplomasî aktora sereke ya siyaseta derve û rêveberiya cîhanî ye. ,
“Peyman, tifaq û têkiliyên navnetewî gelek caran encama danûstandin û pêvajoyên dîplomatîk in. Dîplomat jî bi şîretên karbidestên hikûmetê dikarin alîkarîya avakirina dewleteka xwe bikin.
“Dîplomasî di siyaseta derve de tê wateya çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên aştiyane û danûstandinan. Dîplomat jî ew kes e ku peywendiyên navnetewî pêk tîne û vî karî ji bo xizmeta millet û welatê xwe wek pîşe dike.
“Dîroka dîplomasiyê pir kevn e û xwe digihîne dema Hîtît an. Ji dema Hîtît an û heta îro nakokî û şer û pevçûn, bi rêya danûstendinê, ango bi rêya dîplomasiya herêmî û navnetewî hatine çareserkirin. Îro jî wilo ye, sibê jî wê wilo be.” (Rojevakurd).
Di encamê de divê bê zanîn ku dewlet û netew, ji bona berejewendiya xwe dîplomasiyê pêk tînin. Her dewletek û neteweyek ji bona berjewendiyên wan pêk bên dîplomasî û danûstandinên navneteweyî dimeşînin.
Yekîtiya Sovyetan ji bona berjewendiya xwe ji avakirina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê re bû alîkar. Dema berjewendiya wan ya dewletî û dewletbûnê jî, ji bona ku Dewleta Kurdistanê bê xirakirin û serokê Kurdistanê bên îdam kirin, îzin da û an jî çavên xwe ji Dewleta Hov ya Îranê re girt.
Emerîkayê ji bo berjewendiya xwe dewletê, ji bona ku Otonomiya Kurdistanê xira bibe (1975) ji Îranê re bû alîkar û hevkariya xwe ya Kurdistanê qetand û bû sedem ku Peymana Cezayirê bê li dar xistin û di encamê de Otonomiya Kurdistanê têk biçe. Dîsa Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê ji bo berjewendiyên xwe, ji bona ku encama Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê yanî Dewleta Kurdistanê ava bibe, alîkarî nekirin. Bûn sedem ku Kerkuk û gelek herêmên din ji aliye Hikûmeta Navendî ve bên îşgal kirin.
Neçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî, li Îmaratê di pêwendiyên xwe yên dîplomatîk de bê şik berjewendiya Herêma Federe ya Kurdistanê û Doza Kurd-Kurdistanê parastine.
Lê di vê qonaxê de mijara ku bê qise kirin, pêkanîna encama refêrandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Lewra di vê qonaxê de û bi taybetî jî di Konferansa Îmaratê de mijara dewletbûna Filîstiniyan hate qise kirin. Bi taybetî jî dewletên Kurdistan îşgal û îlxak kirine, qala deweletbûna Filîstînê kirin. Em ne li dijî dewletbûna Filîstînî nî. Lê divê Herêma Federe ya Kurdistanê jî dewletbûna xwe bîne ser zimên. Lewra bi rêyeke gelek demokratik û aşîtiyane bi refêrandûmê, Kurdistaniyan, biryara dewleta xwe dan.
Gelo Serok û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê li konferansa Îmaratê ev mijara qise kirin?
Diyarbekîr, 02. 12. 2023