Ewên ku li ser Tahir Elçî dilorînin wê rojê li ku bûn?

Altan Tan
Di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re 8 sal derbas bûn ku ji bo rawestandina bûyerên xendekan li ber Minareya Çar Ling a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistibû.
Kê kujt, çawa bû, kujerên rastî kî ne; mixabin heta îro nehatiye eşkerekirin û ne jî ji holê hatiye rakirin.
Herwiha serokwezîrê wê serdemê Ahmet Davutoglu jî di axavtina xwe ya li Meclîsê de got ku “Di serdema min de cînayetek kiryar nediyar nîne“.
Her çendî soz da ku “teqez wê kiryar bên eşkerekirin” jî, heta îro berpirsên rastî nehatine eşkerekirin.
Tahîr Elçî wê rojê li wir çi dikir? Wek ku tê zanîn ji nîvê sala 2015an û pê ve li herêmê xendek hatin kolandin, barîkat hatin danîn, PKKî yan diyar kirin ku êdî ewê nehêlin hêzên dewletê bikevin vir û piştre şaredariyên HDPê yên wê demê dest bi danezanên ”xweseriya demokratîk” kirin.
Wek min û Tahîr Elçî çend kesên aqilmend bi eşkere bertek nîşanî van bûyeran dan û gotin ku ev xelet e, divê ev xendek bên girtin û dawî li çalakiyan bê. T
ahîr Elçî yek ji wan kesan bû ku ji ber bar û berpirsyariya Serokatiya Baroya Amedê bi zelalî got ku tiştên ku tên kirin xelet e. Herî dawî me ew li Farqînê dît.
Derbarê girtina xendeqên li Farqînê de em bi heyetek parlamenteran re çûn wir. Tahîr Elçî piştî ku ji Cizîrê vegeriya, li Farqînê piştî ku bi heyetek qelebalix bi pêşengiya Baroya Amedê qada ku xendek lê hatine kolandin ziyaret kir.
Em dîsa li wir axivîn û piştî demek kin, endamê PKK yê bi navê Zana Azadî, berpirsê çapemenî yê Medya TV, ku wê demê ji Ewropayê weşana xwe dikir, bi navkirina navan gefa kuştinê li min û Tahîr Elçî xwar. Lînkên axaftina wî ya di wê weşana televîzyonê de li ser înternetê hene.
Kesên meraq dikin dikarin lê binêrin. Dîrok 10ê Mijdara 2015an e. Yanî 18 roj berî kuştina Tahîr Elçî. Wî gotibû: ” Altan Tan û Tahîr Elçî yên ku kiryarên PKKê yên xendekan rexne dikin, çawa dikarin li kolanên Amedê bigerin? Çawa nayên cezakirin? ”
Demek piştî van daxuyaniyan, wek min berê jî gotibû Tahîr Elçî di 28ê Mijdarê de hat kujtin. Gelek îdîa hene. Bê guman, heya ku em agahdariya teqez nebînin, ne gengaz e ku em îdia bikin.
Lê Tahîr Elçî li wir çi kir ew girîng e. Li wir çi dikir? Bi wêrekî, pir vekirî û bi wêrekî digot ku ev kirin xelet in. Ne tenê got ku ev yek xelet e, her wiha biryarek fermî ya Baroya Amedê da û bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di daxuyaniya xwe ya di bin îmzeya xwe de da zanîn ku çalakiyên xendekan di nava gel de bûye sedema nîgeraniyek mezin û nerehetiyek mezin, wê gel bi vî awayî zirarek mezin bibîne û got ku wê ev yek di pirsgirêka Kurd de encamek erênî dernexîne.
Ne tenê ev got, her wiha destnîşan kir ku divê ev çalakiya xendeqan bê rawestandin.
Divê em ji wan kesên ku îro hêsiran li ser Tahir Elçî dibarînin bipirsin:
We wê demê çi kir? “Ezbenî, me ev kir, me ew kir”, “Me ev got, me got …”
Baş e, te li ku got? Te çi got? Te tehdîd standiye?
Di derbarê tiştên ku te gotî de niha belge, axavtin, nivîs, wêne yan jî daxuyaniyek nivîskî li cem te heye?
Yên Tahîr Elçî hene.
Rehma Xwedê lê be, bi awayekî hovane koça dawî kir, lê deklerasyona ku wî wek serokê baroyê îmze kiriye û herwiha îfadeyên wî yên devkî jî hene.
Ev jî wek belgeyên dîrokî ne.
Îcar yên ku îro li ser Tahir Elçî dilorînin, hûn wê rojê li ku bûn?
independent