Civak

Metirsiya DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 zêde bûye

Serokê Komîteya Navçeyên Kurdistanî di Parlamentoya Kurdistanê de Ciwan Rojbeyanî ragihand ku metirsiya DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî zêde bûye û tenê Pêşmerge dikarin ewlehiya wan navçeyan biparêzin.

Ciwan Rojbeyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Haya me ji metirsiya DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 heye û tenê çareseriyek ji wê rewşê re heye ew jî lihevkirina Herêma Kurdistanê û Bexda ye ji bo ku Pêşmerge vegerin wan navçeyan, ji ber ku tenê Pêşmerge dikarin rewşa wan a ewlehî biparêzin.”

Rojbeyanî wiha got: “Piştî têkçûna rewşa Sûriyê hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê ji Sûriyê xwe gihandine Iraqê û beşek ji wan karîne xwe bighînin navçeyên Kurdistanî. Herwiha ew şaneyên veşartî yên ku li Iraqê bûn, dîsa xwe rêxisitin kirine û rojane karên terorîstî dikin.”

 

Back to top button