Mesruru Barzanî pîrozbahî li YNKê kir

Mesrûr Barzanî peyamek pîrozbahiyê arasteyî Yekîtî dike û radighîne, hêvîdar im ev Kongre bibe derfetek bo xizmetkirina pirsên niştîmanî û piştevaniya zêdetir ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya bidawîhatin a Kongreya 4emîn a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê arasteyî serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê kir û ragehand, ku pîrozbahiya serkeftinê li endamên Civata Bilind a Siyasî û Civata Giştî ya Serkirdayetiyê û hemû endamên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê dikim. Amaje bi wê yekê kir, ku hêvîdar im ev kongre bibe derfetek ji  bo xizmetkirina pirsên niştîmanî û piştevaniya zêdetir ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku bikaribin bi hev re xizmetek hêjatir bo xelkê Kurdistanê pêşkêş bikin û berevaniyê di ber mafên wan  yên destûrî de bikin.

Nerîna min :