Rewşa Idlibê bandora xwe li rojavayê Kurdistanê dike
Cîgirê Serokê Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hikmet Hebîb dibêje, êrîşa artêşa Sûriyê li ser Idlibê bi glopa Kesk a Rûsyayê tê encamdan û destnîşan dike, Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk ji wê yekê kêfxweş in ku grûpên tundrew ji nav diçin, lê belê ji rewşa sivîlan dilgiran in.
Nexşeya serbazî li Idlib tê guhertin, bi awayekê ku di navbera çend rojan de, artêşa Sûriyê bi qasî 400 km çargoşe pêşve çûye û ber bi Meret Nuimanê ve diçe.
Bandora wî şerî bi awayekî ji awayan li ser çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê dibe. Rêveberiya Xweser metirsiya xwe derbarê veguhestina wan çekdaran û malbatên wan ji Idlib bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê nîşan dide.
Cîgirê Serokê Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hikmet Hebîb ji Rûdawê re ragihand: “Diyare ku glopa kesk hatiye vêxistin jibo vî karî, em ji aliyekî dibînin tiştekî base jibo grûpên tundrê ji nav biçin, lê ji aliyekî din ve ji bo welatiyên sivîl xirab e.”
Encûmena Nişimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêşbînî nake, çarenivîsa Idlib di demeke kurt de yekalî bibe û di wê baweriyê de ye, ku ew yek dê dûr û dirêj be heya ku zêdetir bazar li ser bê kirin.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê, Qedrî Can Elmele di vê bareyê de ji Rûdawê re got: “Ev êrîşa tund a hikumeta Sûriyê bi alîkariya Rûsyayê li ser Idlibê, fişarekê li ser Tirkiyê çê dike, jibo jinavbirina grûpên tundrê û rê li ber kontrolkirina wê deverê ji aliyê hikumetê ve xweş dike.”
Li gorî mamarên nefermî 5 mikiyion kes li parêzgeha idlibê dijîn û bi hezaran çekdarên opozisiyina sûriyê li wir dimînin ku ev heya çend rojane bi tundî ji aliyê artêşa sûriyê û bi alîkariya Rûsya bi armanca kontrolkirina riya navdewletî, tê bombebaran kirin.
Viviyan Fetah/Rûdaw