
Serokê Iraqê Berhem Saleh ji destkar berdide û nameya xwe ya îstifakirinê radestî parlementoyê kiriye.
Guvaşek mezin li ser Berhem Saleh heye ku, ew erkê avakirina hukumeta nû ya Iraqê bide kandîdê Hevpeymaniya Avakirinê Esad Idanî. Lê Berhem Salej naxwaze vî erkî bide Îdanî û wî wek serokwezîrê Iraqê erkdar bike.
D.r Beşîr Hedad, Cêgirê Serokê Parlamentoya Îraqê di derbarê dest ji kar vekişandina Serokomarê Îraqê de daxûyaniyek da û dibêje: Berhem Saleh nameyek pêşkêşî parlementoyê kiriye û di nameya xwe de daxwaziya dest ji karvekişandina xwe ji Parlamentoyê dike û dê hefteya bê bersiva nameya Serokomar bidin.