CivakRojev

Mesrûr Barzanî spasiya hêzên ewlehiyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya hemû dezgehên ewlehiyê kir ji ber beşdarbûna wan a di proseya dengdana taybet de bo hilbijartinan Parlamentoya Iraqê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez spasiya hemû dezgehên me yên ewlehiyê yên qehreman dikim ji ber beşdarbûna wan a bihêz a di dengdana îro de li seranserê Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî berê xwe da hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û ragihand: “Ez spasiya wan dikim ji ber bicihanîna erkên xwe di parastina civakê de.”

Herwiha eşkere kir: “Baweriya min a temam bi şiyana wan heye ji bo parastina dengderan di roja dengdana giştî ya roja yekşemê de.”

Back to top button