Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê da xûyakirin ku, ji bo piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê hejmarek namzedên xwe vedikişîne.
Encûmena Serkirdetiya Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê di civîna serkirdeyatiya xwe de biryara ji hinek herêman de vekişandina ji hilbijartina da. Ev biryar ji bo serkeftina namzetên PDKê di van herêma de daye.
Hat diyarkirin ku di civînê de bi girîngî behsa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û pêgeha Kurdan li parlamentoya bê hat kirin û bal kişandine ser rola Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ji bo serxistina kesên çalak û niştimanperwer bi awayekî ku bikarin parêzvaniya pêgeha Herêma Kurdistanê û berevaniya daxwazên xelkê Kurdistanê bikin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di vê çarçoveyê de Encûmena Serkirdetiyê biryra daye ji bo berjewendiya niştimanî û yekxistina hewl û dengan di hejmarek bazneyên her sê parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, Duhok û bazneyên Şarezûr û Helebceyê, piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikin.
Hat eşkerekirin ku ji bo vê mebestê li bazneyên 2, 3, 4 ên parêzgeha Hewlêrê, li bazneyên 1, 2, 4, 5 ên parêzgeha Silêmaniyê, li bazneyên 1, 2, 3 ên parêzgeha Duhokê piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikin.
Herwiha li bazneya 3 ya Silêmaniyê û bazneya 1 a Hewlêrê û temamê parêzgeha Kerkûk û Xaneqîn û Mûsilê ji bo serkeftina namzedên xwe yên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bixebitin.
Encûmena Serkirdetiya Partiya Sosyalîst herwiha diyar kir ku ew hêvî dikin hilbijartineke pak û serkeftî birêve biçe û welatiyên Kurdistanê bi giştî û heval û alîgirên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bi germ û gurî beşdarî dengdanê bibin.