Polîtîk

Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Yekgirtûya Îslamî ya Selahedîn Behaedîn kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.

Di hevdîtinê de, derbarê rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê de nêrîn hatin parvekirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya yekhelwestî û yekrêziya hêz û aliyên Kurdistanî kirin, da ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û aramiya navçeyê were parastin.

Careke din hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê mîna her dem, dê di herêmê de bibe faktoreke aramî û aştiyê.

Di beşeke din a guftûgoyê de, behsa girîngiya aktîvkirina Perlemantoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.

Back to top button