Mezlûm Ebdî: Ela Emîn ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye kuştin û em ê kujeran siza bidin

Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî ragihand ku Ela Emîn ji aliyê hêzeke ewlehiyê ya Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin û di wê demê de jiyana xwe ji dest daye.
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî di daxuyaniyekê de da zanîn ku, Êrîşa li ser konê Ela Emîn li Qamişlo karekî têkder e û aliyên peywendîdar dê encamderan bigirin û siza bidin.
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî got jî, komîteyek hatiye avakirin ji bo lêpirsîn û vekolînê li ser tawanê bike, piştî bidawîbûna karê komîteyê encamên wê ji raya giştî re bi şêweyekî zelel û destpak dê werin diyarkirin.
Mezlûm Ebdî da zanîn jî, em tekezî li ser pabendbûna xwe bi lêpirsîn û sizadana hemû aliyên berpirs û yên destê wan di vê tawanê de hene, dikin, û her çiqas pileyên wan bilind be dê werin sizadan.
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatê re xwest û soz da ku dadperwerî dê bi cî bibe.


