Polîtîk

Mesrur Barzanî pêşwaziya şandek Amerîkî kir

 

Li gora nûçeya KTV, Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke Amerîkayî bi Serokatiya Şewirmendê berê yê Asayîşa Netewiya Serok Amerîkayê James jones kir.

Di destpêka hevdîtinekî de  Mesrûr Barzanî ji bilî bixêr hatin kirina heyeta mêwan, her weha kêfxweşiya xwe a li hember serdana vê heyetê jî diyar kir û ragihand ku, Gelê Kurd hertim bi cavên rêzdarî li wan dostên xwe dinêre ku, di rojên sext de ji bo çespandin û zal kirina demokrasî û aştî hewkariya wî kirine.

 Mesrûr Barzanî her di vê derbarê de rola James Jones, Dayik Nab û Jey Garner bi taybetî di prosesa Prophaid comfort a di sala 1991an de bi girîng wesif kir.

Di berdewamiya hevdîtina han de James Jones jî ji bilî diyar kirina kêfxweşiya xwe a ji bo serdana xwe ya ji bo Kurdistanê piştî 20 salan, ecîb mayîna xwe a li hember rewşa baş û pêşkeftin û destkeftên heyî yên li Kurdistanê de jî diyar kir.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her dû alî di derbarê rewş û bûyerên siyasî yên Kurdistan, Îraq û Devera Rojhilata Navîn, peyvendiyên Amerîka Û Kurdistanê û her wiha paşeroja peyvendiyên han  bi taybetî piştî vekêşana hêzên Amerîkayê li Îraqê nêrînên xwe li hev guhastin.

Di derbarê meseleya mandegar bûna hêzên Amerîkayê yên li Îraqê de birêz Mesrûr Barzanî diyar kir ku, helwesta Kurdistanê a di vê warê de eşkereye jiber ku, hîn jî Îraq û hêzên Îraqê nexedan ev hêzên ku, bikarêbin ewlekarî û asayîşa welat biparêzin, lewre di rewşeke weha de vekêşana hêzên Amerîkayê bandoreke nebaş li ser rewşa Îraqê dike.

 Mesrûr Barzanî her weha eşkere kir ku, em li Kurdistanê de di vê baweriyê dene ku, pêwîste hinek ji hêzên Amerîkayê piştî sala 2011an jî li Îraqê de bi mebesta parastina hevsengiyên ewlekarî bimînin.

Di derbarê karînên Artêşa Îraqê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku, dibe Artêşa Îraqê ji tevahiya Îraqiyan re be û nabe ku, aliyek li ser hesabê aliyeke din pareke zêde ya xwe hebe, heta niha wisa tê fêmkirin ku, hin hewldan ji bo lawaz kirina pêgeha Kurd di nava Artêşa Îraqê de di holê dene, bo nimûne niha bi tenê ji sedî 20 ji Efserên Artêşa Îraqê Kurdên û ji tevahiya hêzên Leşkerî yên Îraqê bi tenê ji sedî 7ê wan Kurdin.

Back to top button