Polîtîk

Cudabûna Ak Partiyê û CHP-ê

Ji berî 3 rojan serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan ji bo propaganda hilbijartina çû Colemrgê. Ji berî Erdogan herê ji bo ku şeredariya Colemergê wî protesto bike, nava bajêr pakij nekirin û bajar gelek lewitî bû. Herweha li ser helwesta BDP-ê xelkê dikanên xwe û cihê karên xwe venekirin.

Dema Erdogan ev rewş dît di axavtina xwe de bi tundî rexne kir û di vê derbarê de Şeradariya Colemergê û BDP tawan bar kir. Lê dema serokê CHP-ê, Kemal Kilicdaroglu doh ji bo propaganda hilbijartina serdana Colemergê kir, rewş cuda bû. Bajar pakij û dikan ne girtî bûn.

Ev helwestek bû li dijê Ak Partiyê û Erdogan. Ji ber ku Ak Partî li Colemergê li gora CHP-ê dengan gelektir distîne û li herêmê de gelek ji CHP-ê xortire. Lê gelo helwesta BDP-ê li himber Erdogan  hebe û li himber Kiliçdaroglu tunebê. Ev jî pirseke. Pêwist bû ku BDP sedema vê helwesta xwe ji raya giştî re bida diyar kirin . Herweha li gora hinek agahdariyê taybet gihane me, li Colemergê CHP nikare xelkekî kom bike. Xelkê ku cuhdariya serokê CHP-ê kirîn piraniya wan ji BDP-ê bûn û BDP-ê xwestiye xelkê CHP-ê li Colemergê ji Ak Patriyê qelebaliqtirbe.

Back to top button