Mesrur Barzani pêşwaziya balyozê Amerikayê kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir. Erkê Balyozê amerika li Iraqê dawî tê û ji bo xatirxwestinê serdana serokwezîr kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Amerîka kir ji bo hewlên wî ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka di heyama karkirina wî li Iraqê de û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.

Dawî guhartin û pêşhatên Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka bi taybet di warê bazirganî û veberhênanê de, mijarên din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: