Amadebûna êrîşekî teroristî dikiran

Asayîşa Herêma Kurdistanê daxûyaniuyek belav kirin ku, dibêje hêzên wan grûpeke terorîst a ser bi PKKê desteser kirin û dest danîn ser hejmarek roketûn wan. Li gora daxûyaniya Asayîşê ,wan dixwestin êrîşek bi roketan li ser bendeva Dihokê bikin. Li Bendava Dihokê westegeha elektrîkê û çend xalên Pêşmergeyan hene.

Di daxuyaniyê dedibêje: “Ji bo aramî û asayîşa welatiyan û Herêma Kurdistanê, hêzên Encûmena Asayîşê û Pêşmergeyê Kurdistanê, roja 4ê Gulana 2022yan li sînorê parêzgeha Duhokê, grûpeke terorîst a ser bi PKKê desteser kir û dest danîn ser 9 mûşekên cûreya katyoşa ya 107 mm û sekoya mûşekê.”

Herwiha hat diyarkirin: “Di encama lêkolînên ligel endamên wê grûpa terorîstî de, derket holê ku ji aliyê PKKê ve hatine raspartin ku êrîşên mûşekî bikin ser Baregeha Liqa 17 ya PDKê, saziyên xizmetguzariyê, wêstgeha elektrîkê, Bendava Duhokê û çend cihên din ên giştî.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: