CivakRojev

Mesrûr Barzanî li ser kuştina du mamostayên zankoya Selahedîn ya Hewlêrê peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser kuştina du mamostayên zankoya Selahedîn ya Hewlêrê peyamek belav kir.

Îro danê sibê du mamostayên zankoya Selahedîn ya Hewlêrê ji aliyê kesekî ve hat kuştin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vê mijarê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Ez pir xembar in bi şehîdbûna dr. Kawan Îsmaîl û dr. Idrîs Hemexan. Ji destdana wan mamostayên birêz xesareke bi êş e. ez sersaxiyê didim malbat, mirovên wan û sersaxiyê didim me jî û şirîkê xema wan im. Xwedayê mezin ruha wan bi behiştê şa bike.

Wezareta navxwe û dezgehên ewlehiyê karîn di demek kurt de tawanbar bigirin û teslîmî qanûnê bikin da ku were sizadan.

Divê wezareta navxwe û dezgehên ewlehiyê hemû tedbîrên pêwîst bigirin bo nehîştina çekên bê mohlet û rûbirûbûna tawanbaran û xirabkaran, di her pile û postekî de bin.”

Back to top button