Mesrûr Barzanî ji James Town Foundation a amerîkî re axivî
Mesrûr Barzanî serokê ajansa parastina asayîşa Kurdistanê di hevpeyvîneke taybet da li gel saziya James Town Foundation a emrîkî runahî êxiste ser çend babetên giring û hesas yên herêma Kurdistanê û Îraqê. Ev dîdare ji layê rojnamevan (Vladîmîrvan Vîlînbêrg) hatiye kirin.
Di pêşgotina xwe da behsê hindê hatekirin ku dezgehê parastinê li salên şêstê li salên borî hatiye danan bo parastina şoreşên Kurdistanê û li sala 2004 ji layê parlamentoya Kurdistanê bi fermî bi navê (ajansa parastina asayşa herêma Kurdistanê) hatiye nasandin û di warên komkirna pêzanînan li ser wan gefên ku rû bi rûyê herêma Kurdistanê dibin û rû bi rûbûna teror û karên dî yên asayşê, serperştiya karê asayîş û seqamgîrîya herêma Kurdistanê dike.
Eve jî deqê hevpeyvînê ye:
Pirs: Çima herêma Kurdistana Îraqê bi îstîqrar e? Di li vêrê xelik dikare biçe derve , lê li deverên jêriya herêma Kurstanê li Mûusil û sêgoşeya sunnî rewş bi wî rengî nîne?
Mesrûr Barzanî: Ev berhemê karekê pêşksftî yê hemû wan kesane, ku di vê herêmê da asayîşê dabîn diken, lê hokarê serekî bo wî kulturî vedgerît ku xelkê me li herêmê heye. Xelkê herêma Kurdistanê piştevanya şidetê nake. Hemahengî û harîkaryeka baş di navbera ajansa me û hawlatiyan da heye, ew piştevanya ku ji hawlatîyên me ve digehîte me kilîta wî berhemêye. Bi heman şêwe me sîstem û mîkanîzmeka baş girtyeber, ta hemû pêkhat û damezrawên di vî warî da kar diken hevkar û harîkarên hev bin, û navendeka hevpişik heye bo lêkguhartina zanyaryan û girtinebera rêkên pêdvî li gor kawdanên cuda cuda bo bersivdan û rû b rûbûna wan tehedyên li ber sîngê mene.
Pirs: Herêma Kurdistana Îraqê sinor li gel Musil û Kerkûkê hene, hindek dibêjin erebên sunnî beramber kurdan di nîgeranin, erê we siyasetek heye ku hûn ereban dil aram biken?
Mesrûr Barzanî: Ev biryareka siyasye. Serkirdayetya Kurdistanê berdiwam û bêrawestan di bizava hindê da bû û berdewam jî di bizavê daye; da nehêlît ev milmilanê ye çi caran bibîte kêşeyeka etnîkî di navbera kurd û ereban da. Piştî sala 1991 pitir ji heftê hzar serbazên Îraqî hebûn û xo dabûne dest û li dev hêzên kurdî bûn, lê kurdan çi tolvekirn encam nedan.
Zêdebarî wê rastiya ku hêşta birînên kîmyabaran û karesatên enfala di bîrewerîyên kurdan da di nû bûn. Nimûneya duyê, hişkesalyeka zor hemû deverên Îraqê vegirtibûn, gelek ji hozên ereban daxwaza hevkarîyê ji kurdan kirbû, Barzanî daxiwaz ji hemû berpirsan kir li demê hatina ereban divêt baweşa xwe bo veken û zevî u deverên me li ber sîngê wan divekirî bûn.
Nimûneya siyê, piştî rûxana rijêma Sedamî li 2003, ku kurd take hêza rêkxistî bûn û hêz di destan da hebû, dişiyan ji rûyê siyasî ve pitir tiştan encamden ji ewên li wî demî kirîn, kurdan hemû kêşeyên cihê nakokîyê bo piroseya siyasî u hikumeta Îraqê hêlan ta çareser biken, nek xwe bi xwe kontirola kêşeyê biken. Kurdan ew êxiste berçav ku divêt aştî u pêkveyê li gel pêkhateyên dî yên Îraqê dirust biken. Eve armanic û meremên serkirdayetya Kurdistanê ne, ajansa me jî parêzgerîyê lê diket. Em ne ewîn ku li ser binemayên etnîkî azaran bigehînne her kesekî. Erik û berpirsyariya me şere li dijî terorîstan. Eger kesek terorîst bû dê wek terorîst reftarê li gel keyîn, ne ji ber bagirawnda wî ya ayînî yan etnîkî.
Pirs: Di helbijartinên parêzgehan da lîsta Hedba ya erebên sunnî pitrya parêzgeha Neynewa bir, erê eve hereşe nîne bo ser asayşa kurdî?
Mesrûr Barzanî: Demê lîsta Hedba pitrya dengan li hilbijartinên encumenên parêzgehê birîn, wan bi xwe biriyar da ku hîç nûnerekê kurd li deverên xwe serkevtin înay pişkidarîyê neken, eve biryara Hedba bû ku nabît kurd beşek bin ji îdara Musilê. Ewan biryar da kurdan ji hikumeta mehellî ya Musil baykut biken, vejena (reaksyon) kurdan jî ew bû ku beşdar nebin eger nebne beşek j îdarê. Ev biryara wan bû. Kurdan kêmtir nerazîbûn ya nîşan day, sereray wê derdeserî u tumetbarkirn û nerazîbûnên ku beramber kurdan hatîne encamdan, kurdan bi dengekê bilind û karvedaneka tund nerazîbûna xwe ji vê rewşê nîşan nedaye. Rastî jî ewe ku hêşta kurd qurbanîyên kurdiqranê ne li Musil û gelek deverên dî yên chê nakokîyê, u kurd li wan cihan baş nehatîne parastin, lê ev rasitye bi berfirehî bo kumelgeha nêvdewletî nehatîne zelalkirin.
Pirs: Erê eve êk ji wan hokarane ku li dervey herêma Kurdistanê çalakyan diken, çunke hêrşeka mezin li Neynewa dihête ser kurdan, lê hikumeta Îraqê naxiwazît û nevêt hûn li deverên kêşedar çalakyan biken?
Mesrûr Barzanî: Amajeyeka husa ron nîne ka kî deverên kêşedar birêve bibet, çunke ta noke çarenvîsê van deveran diyar nîne, ji ber hindê piroseya cêbecêkirna madeyê 140ê bi leztir bihête kirn, da li gor vî madeyî biryar bihête dan ka kî ji wan, ji warên syasî u emnî yên van deveran berpirse. Ta wî demê çarenvîsê van deveran bi şêlatî bimînît, dê kêşe û asteng hêne pêş, ka kî îdarê biket. Li wan deverên ku piranaya akncyîên wan kurdin, hêzên asayîşa kurdî mafê parastina wan hawlatiyan heye ji wan gefên ew rû b rû dibn. Li wan deveran me bizava kirî u berhevya xwe jî diyarkirye, ku ji nêzîk ve hevkarî u harîkaryîê li gel damezrawên yasayên wan deveran bikeyn; ji wan: supayê Îraqê û polîs û dezgehên dî yên asayşê, da ku pêkve asayşa wan deveran berqerar bikeyn. Ji ber hindê eve karekê hevpişke bo parastina hawlatîyên deverên kêşedar. Li van dumahyan jî çend bizavek dihatne kirin bo damezranda lijneyeka hevpişk.
Pirs: Di sergotara rojnameya New York Times da behis hatye kirin ku hêzên kurdan têkelî sopayê Îraqê diken, Barzanî serokê herêma Kurdistanê daxiwaza damezrandina supayekê yekgirtîyê kurdî kiryye, û Amerîka jî di bizavan daye ku hêzên kurdî li gel damezrawên emnî yên îraqî hevbigrin, eve çawa dihête dîtin?
Mesrûr Barzan: Piraniya van ji tênegehştin û şaşfêmkirina destûrê Îraqê ye. Cenabê serokî çi caran negotye ku dê sopayekê damezrînît. Cenabê wan keremikriye ku divêt sercem hêzên serbazîyên ly nav herêma Kurdistanê bibne êk, neku her layenekî hêza xwe hebît. Eveye hizra cenabê wan bo hevgirtina hêzên herêma Kurdistanê. Eve wê çendê nagehînît ku dê bîte sopa. Iraqê êk sopa yê hey. Kurd êkem kes bûn di pêkhînana sopayê Îraqê da, di demekî da ku hîç kesekî nediviya bibîte serbazê îraqî. Beşek ji pêşmergey noke dinav sopayê Îraqê daye û eger pêdvî bi hindê hebû ku jimareka zortir i hêzê bikevne nav sopayê Îraqê, hîngê ev babete dê hête bichiînan. Noke eger berê xwe bideye asayşa Kurstanê li dûv destûrê Îraqê, Kurdistanê mafê hindê heye ku ji asayşa navxoyîya herêma kurstanê berpirs bît. Eve mafê herêma Kurdistanê bi xwe ye, ku asayşa xwe dabîn biket. Kurdistan beşeke ji Îraqê û ji ber hindê eger hêzên me yên asayşê il herêma Kurdistanê yan jî li beşên dî yên îraqê çalakiyan biken, eve çalakyeka êmnahîyê ye bo Îraqê bi giştî. Li demekî ku Kurdistan ya arame û hêzên asayşê li Kurdistanê çalakiyan encam diden divêt ev hêze wek beşek ji syaseta berevanya giştî li Îraqê bihêne danan, çunke di şiyan da nîne Kurdistan weku yekeyeka serbexwe bihête dîtin, belku beşeke ji Îraqê di erik û mafan da. Parstina Kurdistanê li vê herêmê parastina beşekê Îraqê ye. Ta wî demî ku Îraq welatekê êkgirtye , bi ronî eve erik û berpirsyariya me ye bo parastina Îraqê bi baştirîn şêwe ku di şiyanên me dabît. Demê berê xwe dideye syaseta berevanya Îraqê budceyeka hey ku pêdviye bo berevanîyê bihête mezaxtin û ji budca giştî dihête terxan kirn û diyarkirn. Ji ber hindê pêdviye ev budceye herêma Kurdistanê jî vegirît, lê mixabin ta noke Kurdistan ji vî bodcey hatiye bê behirkirin.
Pirs: Qesra Spî ragehand ku dê piştigîrîyê li madeyê 140 û 142 ket di rastvekirina destûrî da, hindek dibêjin eve amajeyeka ruhna piştigîrya Amrîkaye bo helwîstê kurdan li ser Kerkûkê, lê ji layekê dî ve hindek kes hene dibêjin ku serok Obama dixwazît haletekê taybet bo Kerkûkê bihêtedan.
Mesrûr Barzanî: Ez neşêm li şûna amrîkyan baxivm, Îraqê destûrekê heye, ev destûre biryarê didet ka çi arasteyek bhête girtin bo çareserkirna kêşeyên diyar li gel hikumeta federe , baştirîn çareserî bo deverên kêşedar ewe yên ku di destûrê Îraqê da hatiye çespandin di madeyê 140 da, ku run û aşkiraye divêt bitinê destûr wek rêk bo pêşvebirna çareserya wan kêşeyan bihête bikarhînan. Hemû madeyên dî bi madeyê 140 ve jî di nav destûrî da hene û em bi wî destûrî razîbûyne. Pitriya îraqyan, 80 ji îraqyan deng daye wî desturî, jiber hindê nabît madeyekî jê hilbijêrin û yên dî perawêz bikeyn. Di nav destûrê Îraqê da mîkanîzmek heye ka çawa rastvekirin bihêne encamdan, ta wî demê ku papendibûn bi parastina cêbecêkirna destûrî heye, me çi kêşe nînn. Kêşe ji wêrê serhldiden ku elternatîv bo çareserîyên destûrî carcar dihênnepêş, ev core bizave babetan pitir aloz diken û her bizaveka ji vî rengî dijî pirensîpên dîmokirasîyê ye, ev core bizave revîne ji pirnisîpên destûrî, indî destûr myangîr bît bawernakem hîç kesekî kêşe li gel hebît.
Pirs: Anku bi giştî cenabê te dibêjît ku divêt hemû layen piştevanîyê li destûrî Îraqê biken, lê New York Times dibêjît divêt Amrîka piştevanîyê li madeyê 140 neket, çunkî kurda weku bazeberekî bikardhînin bo serbexobûnê?
Mesrûr Barzanî: Pirsyara min bo wan eveye erê demokrasiya we divêt bitnê li ser wê yekê rawestaye ku çi caran nabît kurd Kerkûkê wergirn? Pirsyara min bo wî xelkê ev sergotare nivîsî eveye: Erê ew dijî kurdane li Kerkûkê? Ewa dinvîsin encamê hindê ye ku piroseyeka demokratîk heye û renge kurd serkevtinê bi destive bînn, nabît rêk bo bihêtedan biserkevn, eve dijî demiokrasiyê ye, eve nîfaqe. Divêt ew bi xwe biryara xwe biden erê bawerî bi demokrasiyê heye yan ne? Çima wesa li madeyê 140 dnêrin ku dê bi layê kurdan ve hête şikandin, kî dibêjît dê ev madeyê husa bît? Erê çi amajeyek dinav madeyê 140 da heye ku layengîrya kurdan têdabît? Nexêr, madeyê 140 daxaza normalîzekirina rewşê diket, anku nehêlana wê zulim û naedaletiya dijî xelkê Kerkûkê hatye kirin. Encamdana referandumê anku rêkdan bi xelkê Kerkûkê ta biryara xwe biden ka erê li dumahîyê divên beşek bin ji herêma kurdistanê yan jî ne? Di her aqarekî da dê her beşek bin ji kurdistanê. Çima hinde hesasî li beramberî Kerkûkê heye ku beşek nebît ji Kurdistanê, erê diciyawazin? Nexêr, divêt têbgehin Îraq bi Kurdistan ve yek welate. Kerkûk beşek bît ji herêma Kurdistanê yan jî ne çi ciyawazyek nabît, çunkî Kerkûk dê her beşek bît j Îraqê, daxiwazê ji wijdana kumelgeha nêvdewletî dikeyn hukmî biden, başe me piroseyeka demokratîk ya hey, noke dibêjin neşên piroseya demokrasî bo vê kêşeyê bikarbînin, çunke hez ji encamên wê naken.
Pirs: Ew derencamên ku hindek şirovekarên biyanî gehştînê ewe ku eger Kerkûk bibîte beşek ji herêma kurdistanê, Îraq dê parçe parçe bît?
Mesrûr Barzanî: Başe, erê çêdbît biryarên giring li ser binemayê (eger) bihênedan? Paşî, ew çawa rêk û mafî didene xwe biryarên wesa giring li ser (eger) biden û kurdan bê behir biken yan rêkê lê bigrin ji hindê ku biryarên giring li ser (eger) neden? Kurd jî wesa didanin, ku layenên dî çareserî nevêt, çunke diyare hêşta di mêşka wan de maye ku kurdan bêxne jêrdest û derdeserîyên enfalan dubare biken û bombên kîmyawî dubare biken.
Pirs: Rêkxirawên çavdêriya mafê mirovan we hizir diken ku damezrawên emnîyên kurdî, bi xirabî reftarê li gel kêmîneyan û mesîhîyên Musil diken, di demekî da mesîhî bi giştî piştevanîyê li kurdan diken, bersiva te bo vê çiye?
Mesrûr Barzanî: em dibêjîn, bila rastyan bêjn. Dije ergewmênta me ewe, pitiriya êzdî û şebek û turkiman û kirîstiyanan dengê xwe dayne Lîsta Kurstanî li herêma Kurdistanê û Musil û Kerkûkê. Ji berhndê li def min van core rexneyan hîç kirêdît nîne ku tometan bo kurdan dirust biken. Li vêrê jî pirsyarek bo wan heye, eger Kurdistan hinde xirabe, boçî hinde ereb û mesîhhî u turkiman û şebek û êzdî li wan deverên ku neemnî u tundutîjî têdaye dihêlin û dihêne Kurdistanê ta xwe biparêzin û di aramî û seqamgîrîyê da bijîn? Me rastî hene ku dihêne gotn, her kes dişêt ewa wî divêt bêjît, lê kêm kes hene gotinên xwe îspat bikin. Me pitir belge li ber dest hene, ku meseleyên xwe bi fakt nîşan bideyn. Me pêdvî bi gelek axavtinê nîne.