Polîtîk
Kabîneya şeşê nikare arîşeyên bi Bexdayê re çareser bike
Di rapirsiyekê de ku di malpera Hawelatî de hatiye weşandin, dide xuya kirin ku ji %80 ji beşdarbûyên rapirsiyê dibêjin kabîneya şeşê a hikûmeta herêma Kurdistan a bi serokatiya Berhem Ahemed Salih nikare arîşeyên bi Bexdayê re çareser bike.
Nêzîkî 15 hezar kesan başdarî di rapirsiyê de kiriye.
Pirsa bi vî awayî bû: Gelo bi a te kabîneya şeşê dikare arîşeyên bi Bexdayê re çareser bike?
11847 kesan ku dike ji %80 ji beşdarbşyan bi nexêr bersiv daye û 2480 kesan ku dike ji % 16,8 bi belê bersiv daye û 396 beşdarbûyan ku dike ji %2,7 bi nazanim bersiv daye.