Mesrûr Barzanî: Em naxwazin Iraq bikeve nav şerê ku li Rojhilata Navîn heye
Hevdîtineke taybet li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Forma MEPS a li Duhokê de hat kirin û behsa rewşa Rojhilata Navîn û Iraq û Herêma Kurdistan û çendîn beşên din hatin kirin.
Mesrûr Barzanî ragehand: “Ez dixwazim ku aştî weke çareseriyek ji bo pirsgirêk û qeyranên heyî were pêşkêşkirin, ku di berjewendiya gelên welatên ku ji van şeran ziyanê dibînin, lê hêvîdar im ku biryar bi şêwra wan kesan be. Em dibihîzin ku aştî bi hêzê pêk tê, lê em bawer dikin ku aştî ji şer çêtir e.
Herwaha ragehand, bê guman em bi fikarin û bi giringî temaşeyî vê proseyê dikin, naxwazin ku Iraq bikeve nav wî şerê ku li Rojhilata Navîn heye. Em naxwazin Iraq bibe sedema xweşkirina wî agirî û ev di berjewendiya gelê Iraqê de nabe.
Mesrûr Barzanî di derbarê vekişîna Amerîkayê de aşkera kir, ku hêzên Amerîkayê li ser daxwaza Iraqê, li Iraqê ne, sedema wê jî ev bû, ku wê demê DAIŞ hebû û terror pêşdiket û metirsiya wê li ser navçe û Cîhanê hebû. Herwaha pêşmerge jî li dijî DAIŞê şer dikir.
Serokê Hikûmetê ragehand, ku vê gavê eger li gor Iraqê teror bi dawî bibe, ji ber wê hêzên Amerîkayê pêwîst nînin û divê erka xwe bidawî bikin, eve rewşeke cudaye û nêrînên me yên cuda hebin. Ez di wê baweriyê de nînin ku teror bi dawî hatibe û li gor min DAIŞ hiştan aktîfe û ne tenê li Iraqê, belkû li navçe û Cîhanê jî.
Herwaha amaje bi wê jî da, ji bo rêxistina mijara hebûna hevpeymaniya me li Iraqê, Eger Iraq xwe bi tenê bikaribe li hember gefan raweste û ewlekariya xwe kontrol bike, eve nayê wê wateyê ku têkiliyên wê yên bi Amerîkayê re dê bi dawî bibin. Lewma bidawîhatina erkê hevpeymaniyê li Iraqê nayê wateya bidawîbûna peywendiyên leşkerî yên Amerîka û Iraqê. Lewma em hêvîdar in ku peywendiyên Iraq û hevpeymanan berdewam bin û Iraq jî sûdê ji vê peywendiyê werbigire û pêş bikeve.
Mesrûr Barzanî ragehand ku Amerîka li gelek welatên din yên herêmê maye, ne tenê li Iraqê hêzên me yên Amerîkî li welatên din hene û pir normal e ku ew li gel Bexdayê bimînin û peywendiyên wan ên hevbeş hebe.
Mesrûr Barzanî herwaha got: Bi baweriya min her biryareke yekalî ya vekişînê dê ne baştirîn biryar be. Amerîka ku ji aliyê Iraqiyan ve hatiye daxwaz kirin, her vekişînek jî pêwîste dualî be û ragehand, “Gelek pirsgirêkên me hene û ev dibe ku deriyên nû ji pirsgirêkên nû re veke. Dema ku Amerîka di sala 2011an de hêzên xwe vekişand, me texmîn nedikir ku ev biryara herî baş e ku Amerîka vegere, lê ji ber vê yekê jî DAIŞ ava bû û Amerîka neçar ma ku vegere.
Mesrûr Barzanî herwaha ragehand, yasayeke Iraqê ya Petrolê nîne, ya me yasaya me li ber destê me ye ku ya serdema Sedame, nexşekêşana wê waye ku di navendê de bê rêbebirin û ji bo sîstemeke Federalî alîkar nîne. Naha sîstemeke me ya Federalî heye. Lê mixabin piştî biryara Bexdayê ya rawestandina hemû yasayên berê, çend proje yasayên sektora petrolê hebûn, lê ji parlamentoyê derneketin. Ez hîn jî difikirim ku li ser vê yekê yasa heye. Rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bo aboriya welat wêranker e, lê beşa ku herî zêde zirarê dibîne Herêma Kurdistanê ye. Ziyana ku em dikşînin hêj nehatiye telafîkirin.
Herwha ragehand, pêwîste berhemanîna Iraqê li gor wê rêjeyê bê kêm kirin ku ji bo Iraqê hatiye diyar kirin, pêwîst nake hertim ziyana wê ber Kurdistanê bikeve. Em nîgeran in û têdigihin ku pêbaweriya bi petrolê weke tekane çavkaniya dahata welat hertim pirsgirêk e, ji ber ku nirxê petrolê ji aliyê welatan ve nayê diyarkirin û bazareke navdewletî heye ku bilind û dadikeve. Li Kurdistanê em vê yekê fêm dikin, lewma me hewl da ku em aborî û dahata welatê xwe cuda bikin, ji bilî çandinî, pîşesazî û geştiyariyê çavkaniyên din ên dahatê nebin jî.
Serokê Hikûmetê ragehand: “Têkiliyên me bi Amerîka û hemû dostên me yên rojavayî re baş in, lê ev nayê wê wateyê ku em nikarin bi Çîn û welatên din ên cîhanê re peywendiyên me hebin. Em dixwazin dostên me hevrikiyê bikin ku dixwazin li Herêma Kurdistanê sermayesaziyê bikin. Dema ku aliyek naxwaze veberhênanê bike, divê nehêle yên din veberhênan bikin.”
Mesrûr Barzanî di wê forma li Duhokê de ragehand: “Têkiliyên me yên aborî û bazirganî yên baş bi Tirkiyê re hene û têgihiştina me li ser pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmê hene. Niha Tirkiye dixwaze li herêmê çareseriyeke aştiyane bibîne û ez vê yekê weke têkiliyên me yên bi Tirkiyê re baş pênase dikim. Têkiliyên me bi Tirkiyê re baş in li Kurdistanê Rosneft û Gazprom hene û bi giştî li Kurdistanê û Iraqê kar dikin.”
Herwaha di derbarê mafê jinan de jî got, Îraq yek ji welatên herî pêşketî ye li Rojhilata Navîn di warê pêşdebirina mafên jinan de, mixabin hin faktorên ku bandorê li ser sînordarkirina mafên jinan dikin, ji wan (xizanî, neheqî, nexwendewarî û hwd.). Mixabin Iraq di van salên dawî de nekariye potansiyela xwe ya herî baş nîşan bide. Em dibînin ku nexwendewarî zêde ye û gelek jin ji xwendinê hatine dûrxistin, ev jî ji bo jinan xerab e. Herwaha diyar kir, Li Kurdistanê em di rewşek cuda de ne. Di van salên dawî de me hewl da ku hêzeke zêdetir bidin wan û beşdariya wan di parlamento û hikûmetê de zêdetir bikin.
Mesrûr Barzanî behsa wê jî kir: “Bi baweriya min nebûna baweriyê, dîrok îspat kiriye ku dema civak baweriya xwe winda dikin û pergal ramanan ferz dikin, karakterên sereke xwe ferz dikin û bêhurmetiyê nîşan didin û demokrasî tenê tê wateya piraniyê bêyî guhdana hindikayiyan. bextewar be. Pêdivî ye ku hûn xwe tevlihev hîs bikin û hîs bikin ku hûn wekhev in. Divê hawîrdorek guncaw ku adil û wekhev be were peyda kirin.