Nivîsar

Şehîd Ferîd Ûzûn û PKKê

Şehîdbûna Ferîd Ûzûn  û beşek kuştina kurdperweran bi awayekî xeteriya PKKê derdixist holê. Pişt re jî xeteriya PKKê bi her awayî zelal bû.

Îbrahîm GUÇLU

Ferîd Ûzûn, beriya 46 salan li Sîweregê bi destê PKKê hat şehîd kirin. Em grûbek dostên  wî yên kurdperwer duho (22. 11. 2024) di seat 13-an de li ser mezelê wî bûn û me şehîd Ferîd Ûzûn bibîr anî. Civîna bîranînê bi destê komeleyekê hatibû lidarxistin. Li ser mezelê wî em tevayî gelek xemgîn bûn. Lewra kuştina Ferîd   Ûzûn bûyereke gelek trajedîk bû. Bondora bûyerê 46 bû ku li ser civata kurdperwer didomîne.

Min, berpirsê Komeleyê û Parêzer Fexrî Karakoyunlu axivtinek pêşkêş kir. Fexrî Karakoyunlu jî wek endamekî Dengê Kawa beriya Ferîd Ûzûn bê şehîd kirin, ew jî bi destê PKKê bi çek brîndar bibû.  

Ferîd Ûzûn dema ku ez serokê DDKO ya Enqereyê bûm, ew jî endamê DDKO yê bû. Dema ku 12ê Adara 1971-an de Derbaya Leşkerî li Tirkiyeyê pêk hat, damezrênêr, berpirs û endamên DDKO ye, Du Partiyên Demokrat yên Kurdıstanê, Partiya Karkerên Tirkiyayê, bi awayekî kîtlewî beg, serokeşîr, mele, axa, şêxên Kurdistanê hatin zîndan kirin, Ferîd Ûzûn jî hepis bû. Loma jî min Ferîd Ûzûn ji nêzikî de nas dikir.

Dema ku Ferîd Ûzûn hat şehîd kirin, berpirsê rêxistineke Kurdistanê bû, ew  Rêxistin jî Dengê Kawa bû. Di Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê de kesekî gelek çalak bû. Loma jî bi destê PKKê kuştina Ferîd Üzûn bûyereke di rêzê de nebû, ji derveyî rêzê bû û xwediyê wateyeke mezin bû. Armanca PKKê ya li dijî Tevgera Bakurê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê jî bi awayekî aşkere dikir.

Ferîd Ûzûn piştî kûştina endamê Riya Azadî Mistefa Çamlibelê Bazîdê li Agriyê, şehîdê bi navûdeng bû ku bi destê PKKê hatibû kuştin.

Lê şehîdbûna Ferîd Ûzûn, bi destê PKKê, beriya derkeve holê, hat îdîa kirin ku malbata Bûcakan ew şehîd kiriye. Ev armanca plankirî û qirêj jî ew bû ku dihat xwestin ku di navbeta kurdan de şer derkeve. Encama wî şerî him hêzên civakî yên kurdhez û him jî Rêxistinên Kurdistanê pêşî li Sîweregê û pişt re jî li hemû Kurdistanê tasfiye bibe.

Lê piştî demeke hat zanîn ku Ferîd Ûzûn bi destê PKKê hatiye kûştin. Di dema Derbaya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de jî di lêpirsînên û Darizandina  PKKê de  fermî aşkere bû ku Ferîd Ûzûn bi destê PKKê hatiyê şehîd kirin. Şehîdbûna Ferîd Ûzûn  û beşek kuştina kurdperweran bi awayekî xeteriya PKKê derdixist holê. Pişt re jî xeteriya PKKê bi her awayî zelal bû.

                                             ******

Şehîdbûna Ferîd Ûzûn bi destê PKKê, encama planeke mezin û projeyeke dewletê ya gelek xeter ku hîn jî domdikê ye. Loma jî  Ferîd Ûzûn çima hat kuştin û sedema kuştina wî çibû, divê bi kurtî be jî bê zelal kirin.

Wek tê zanîn piştî ku Dewleta Kemalîst ya Tirk ava bû, her çiqas beriya avakirina dewletê hebûna neteweya kurd dihat qebûl kirin û ji kurdan alîkarî jî hat girtin, hebûna kurdan wek neteweyekî hat înkar kirin. Mafên neteweya kurd yên di dema Împeratoriya Osmanî de jî hatin xesip kirin û hatin qedexe kirin.

Li hemberî siyaseta Dewleta Tirk ya nîjadperestî û kolonyalîst, kurdan ji bona mafên xwe di sala 1919-an de li Koçgiriyê dest bi Serhildanên Neteweyî kirin. Ev serhildanên neteweyî li Bakurê Kurdistanê bi qetlîma Dersîmê dawî hatin.

Piştî serhildanên neteweyî heta salên 60î bê dengiyek li Kurdistanê çêbû. Kurdan bi tu awayî nikarîn xwe bilivînin.

Li Bakurê Kurdistranê di sala 1959-an de livandineke neteweyî dest pê kir. Di sala 1965-an de bi avabûna PDK a Tirkiyeyê û di sala 1969-an de bi avabûna DDKOyê ev livandin û tevgera neteweyî hat qonaxeke girîng. Dewletê ji vê pêşketinê gelek tirsiya. Ji bona vê pêşketinê neteweyî bide tasfiye kirin, ji Derbaya Leşkerî ya 12ê Adara 1971-an re kir sedem û armanc

Lê hesabê Dewletê şaş derket. Dewletê dît ku di zîndan û dadgehan de berxwedanên siyasî û dozgerî nikarîne Tevgera Neteweyî tasfiye bikin. Heta derba leşkerî bû sedem ku Tevgera Neteweyî xurttir bibe.

Di sala 1974-an de û piştî wê salê Rêxistinên Bakurê Kurdistanê jinûve ava bûn û yên heyî jî xwe jinûve ava kirin û dest bi xebatê kirin. Rêxistinan di demek kurt de ji gel pişitgirî girtin û li gelek bajaran di nav civata Kurd  û Kurdistaniyan de bûn desthilatdar û xurt.

Dewletê wê demê dît ku bes bi destê xwe nikare pêşiya Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê bigre, biryar da ku di nav kurdan de bi navê kurdî projeyekê çê bike. PKKê encama wê hişmendiya dewletê hat ava kirin.      

PKKê dema ku bi navê cûda cûda kete rojevê hewcedariyeke tevgereke nû li Kurdistanê tune bû, Di heman de jî ew kesên PKKê ava kiribûn, bi kurdbûnê û bi tevgera Kurd re xwediyê tu pêwendiyekê jî nebûn.

 Loma jî dema PKKê derket qada siyasî û Tevgera Bakurê Kurdistanê hemû rêxistinên Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê dijmin îlan kir. Got ku “kî ne hevalbend û ne piştgirê min in, dijiminê min in.”

 Piştî ku ev bername û aşkere kir dest pê kir çekokêş û lûmpenên welêt organîze kir. Bi rêya wan êrîşî kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê kir. Kuştin ji bona xwe kir kar. PKKê 50 sale ku vî karî dike. Ne bes li Bakurê Kurdistanê li her çar beşen Kurdistanê kuştina kurdperweran dike û dijminitiya kurdan dike û dixwaze helîna hemû Kurdên dinyayê Statuya Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rake.

Şehîdkirina Ferîd Ûzûn bi destê PKKê encama vê planê bû.

Diyarbekîr, 23. 11. 2024

Back to top button