Neteweya Kurd 100 salî hat înkarkirin, Kurdan jî 100 salî li ber xwe da
Serok Barzanî li bajarê Dihokê beşdariya pêncemîn Korbenda Asayîş û Aştî ya Rojhilata Navîn ya MEPS 2024 kir, li vê forumê da ku hejmarekî ber bi çavê ji kesayetî û serkirdeyên siyasiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê û nûner û dîplomatkarên welatan amade bûn, Serok Barzanî gotarekî pêşkêş kir.
Naveroka gotara Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Rêzdaran hûn hemû bixêrhatin serçavan
Gelek xweşhalîn ku bi we yên rêzdar re îro li vê korbenda girîng de beşdar debîn û hêvîdarim ku demeke xweş bi ser bibin û encamên wê jî sûdekî zêde ji bo hemû aliyek hebe.
Hatina van hemû rêzdaran nîşana eweye ku Herêma Kurdistanê ber bi pêşve çûye û nîşana eweye jî ku Zanîngeha Amerîkî li Dihok cihê xwe li nav wan hemû zanîngehên cîhanê vekiriye ku cihê bawerî û rûmetê ne, eve cihê xweşhaliye û destxweşiyê li we dikim.
Rêzdaran navnîşana vê forumê girînge, ji bo wê yekê hemû navçe îro pêwîstî bi aştî û asayîşe. Ezmûna hemû mîlletan û welatan derxist ku bi şer hîç encamek bi dest ve nayê, belkû bi aştî û bi hevtêgihiştin û bi rêzgirtina li hevdû pêktê, eveye rêya rast ya ji bo çareserkirina hemû kêşeyan.
Rêzdaran li Herêma Kurdistanê, berî nêzîkî heyvekî, hilbijartinekî dîrokî hate encam dan, pêşbîniya hemû aliyek ewe bû ku ev hilbijartin nayê kirin yan eger bê kirin kêşeyeke zêde pêş ve tê. Lê belê li vir da ez bi pêwîstî dizanim spasiyekî germ li gelê Kurdistanê bikim. Serê me bilind kirin û nîşan jî dan ku di dema pêwîst da hest bi berpirsiyaretiyê dikin. Hilbijartinek ku %72 ê xelkê Kurdistanê têda beşdar bûn û encama wê jî eşkere bûn. Êdî em hêvîdarîn ku piştî niha hemû aliyek muamele li gel şer`îyetê bikin, ew şer`îyeta ku mîllet daye. Hengavên bên her li van rojan de bi hêviya xwedê piştî ku encam bi awayeke fermî ji aliyê komîsyonê ve têne ragihandin, li navbera hemû aliyan de dest bi guftûgoyan tê kirin. Ji bo wê yekê ku Parlemen zûtir dest bi kar bibê û hengavên din jî li pey de bê. Hêvîdarîn hûn hemû piştgîriya me bikin ji bo wê yekê ku li paşerojê de (Yek Herêm, yek Parlemen, yek Hikûmet, yek Hêza Pêşmerge) li Kurdistanê hebe.
Her wiha bi xweşhaliyê ve ku doh û pêr bû, ew serjimêriya seranserî bû li Iraqê, tekez kir û mîsogerî hatiye dayîn ku eve hîç mebestekî siyasî li pey wê de nabê û hîç bandorek jî li ser navçeyên maddeya 140 nabê, lê belê eve birastî berçavrûniyekî zêde dibe ji bo Hikûmeta Federalî bo ku piştî niha planên xwe bi awayeke rêkupêk û zanistiyane dabirêje.
Demokrasiyet wiha ye, eve hilbijartina Herêmê, eve serjimêrî, kemtir li salekî, ber bi hilbijartina federalî jî diçîn. Êdî hêvîdarîn hilbijartinên bê yê federaliya Iraqê jî hilbijartinekî baş bê û sûd ji ezmûna hilbijartina Herêma Kurdistanê werbigrin.
Me li Herêma Kurdistanê, baweriyekî tevahî bi wê yekê heye ku hemû kêşeyan bi diyalog û bi hevdû têgihiştinê têne çareser kirin. Ne mumkîne hîç kêşeyek bi zorê bê çareser kirin. Niha xweşbextane peywendiyekî baş li navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal heye, hevkarî jî heye ji bo çareseriya hemû kêşeyan. Hêvîdarîn ku ew hevdû têgihiştin pêş bikeve û ber bi pêştir biçe. Eger niyeta pak û îradeyekî bihêz û rast û dirust ji bo çareseriya kêşeyan hebê, ez bawerim ku hîç kêşeyek nîne ku neyê çareser kirin.
Aloziya navçeyê bi giştî jî, ewe dibînîn şerê Lubnan û şerê Xezze û mixabin ew wêneyên ku têne dîtin gelek diltezînin. Eve ewe nîşan dide û hemû aliyek dua dikîn û hêvî dikîn ku her çi zûtire ew şer bi dawî bibê û dawî bi wê kêşeyê bê. Ji hemûyan jî girîngtir ji bo me eweye ku bi her qîmetek bê, nabê Iraq li wê şerê da tûş bibê yan pêve bê girêdan.
Em hemû jî çaverêya ewe dikin ku piştî hilbijartinê Serokekî nû ji bo Amerîka, dinya ber bi kû ve diçê, hemû pêşbînî eweye ku îdareya Serokê nû yê hilbijartiyî birêz Trump cûdahiyeke zêde dibe li gel îdareya Serok Biden, bi her hal hêvîdarîn her çi dibê, ji bo cîhan û ji bo navçeyê û ji bo me jî xêr têda bê.
Rêzdran gef gelekin, teror hê jî gefeke mezine, lê belê bi aliyê min ve gefa niha ya ji hemûyan mezintir, ew belavbûna maddeyên hişbire li navçeyê ku ji hemû tiştekî metirsîdartire û mixabin niha li gelek aliyên ku desthilata wan heye, perdepoş dikin û vedişêrin. Ji bo çêkirina maddeyên hişbir, kargeh têne ava kirin û nikarin tiştek lê bikin. Bazirganiyekî azadane pê tê kirin, eve metirsiyekî mezine û eve kuştina neteweyeke. Ji ber wê ez hêvî dikim, hemû dewlet, hemû alî, her çi kesek xwe bi berpirsiyar dizanê, bi ciddî li ser vê babetê rawestin û tixûbek ji bo eve bê danîn, berî wê yekê ku karesat ji kontrolê derkeve.
Rêzdaran dixwazim hinek bi eşkere bême ser babeta kêşeya neteweyê Kurd, em hemû dizanîn piştî cengê cîhanî ya yekem, ew dabeşkirina ku ji nû ve li navçeyê hate encamdan, bawer nakim bi dilê hîç kesek bê, yê neteweyek, ne Ereb, ne Kurd, ne Tirk, ne Faris. Rastiyek bû û hate ferz kirin. Lê belê li vir da xedir û zulmeke mezin li ber Kurd ket. 100 sal înkara hebûna neteweya Kurd kirin, Kurd jî 100 sal berxwedanê kir. Ne înkara hebûna Kurd, ne Kurd jî karî wê rastiyê biguhere. Eve çi ji me re dibêje? Dibêje, divê hûn rûnin û bîr û hizra çareseriyeke aştiyane û birayane û rêz li hevdû girtin û hevdû qebûlkirinê bikin. Eveye rêya rast ya çareseriya vê kêşeyê.
Helbete bi awayekî xwezayî nabê em bibêjin eger li perçeyek çareseriyek hate peydakirin divê eve bibê fotokopiya hemû navçeyên din. Her navçeyek taybetiyeke xwe pêkhatiye û rewşa Kurdistana Iraqê cûdaye li gel perçeyên din, lê belê em gelek gelek xweşhalîn ku dibînîn dîsa dengûbehsên proseya aştiyê li Tirkiye destpêkiriye û li her kûderê, her çareseriyek ji bo proseya aştiyê hebe, em bi hemû şiyanek ve piştgîriya wê dikin û bi wan re dibîn.
Gelek girînge jî ji bo me wekî Kurd li her kûderê bîn, bi hîç awayekê nabê rê bidin bi terorê yan hêvî bi terorê bibin. Eve îmtîhane ji bo neteweya me, ewê vê karê bike, ewê wiha bawer be bi terorê dikarê xizmeta Kurdistanê bike û neteweya Kurd bike, eve xiyaneteke mezine li Kurdistanê dike pêş wê yekê ku xiyanet yan dijayetiya aliyekî din bike.
Em divê destê aştiyê ji bo hemûyan dirêj bikîn, em daxwaza birayetiyê bikîn, daxwaza çareseriya aştiyane bikin, ez bawerim niha bingeha wê ji bo hemû aliyek jî amadeye û ji berê gelek gelek zêdetire.
Li dawiyê de, ji bo min derket, li tecrubeya xwe, eger me bawerî bi xwe nebê, em bi xwe nebîn, amade nebîn ji bo hemû fedakariyek, kes nikarê hîç tiştek ji bo me bike. Di demek da dostên me dikarin piştgîriya me bikin ku em xwe jî hebîn û bizanîn çi dikîn. Li heman demê de jî divê rastbîn bîn û divê bizanîn hengav ji bo kûderê ve diavêjin.
Xalekî din jî heye ku ji aliyê min ve gelek girînge, her mîllet û netewe û navçeyek, dabûnerîtên xwe heye, hinekî peywendî bi dîn û bi mezheb ve heye, nabê li derve ewê li cem wan rewa bê, bibêjin em tên li ser xelkê din jî ferz dikîn. Li vir li Kurdistanê, li hemû Iraqê, li navçeya Rojhilata Navîn, xelkekî dîndare, çi misilman, çi mesîhî û çi olên din, nabê bi awayeke danustandin bê kirin, ewê ji aliyê xelkekî din ve rewa ye, divê vir jî bi heman tiştî qebûl bikin. Divê îhtirama dabûnerîtên hevdû bêgirtin û bi hîç awayek, em beş bi halê xwe amade nînin dest li dîn û mezheb û dabûnerîtên xwe hilbigrîn bo ku kesekî din ji me razî bê.
Li dawiyê de carekî din bixêrhatina hemû rêzdaran dikim, hêvîdarim demeke xweş bi ser bibin, gelek spas ji bo wan hemû birêzan ku vê derfetê ji bo me rexsandin.
Silavên Xwedê li ser we bin.