Polîtîk

Konak:Ez teblîxatê îmze nakim, gel ev erk daye min

Wezareta Karên Navxwe, Şaredarê Dêrsimê yê DEM Partiyê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê yê CHPê Mustafa Sarigul ku ji ber sûcê “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê birîbûn, ji wezîfeyê girt û li şûna wan qeyûm tayîn kir.

Cevdet Konak ê ku li ber avahiya şaredariyê ya ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin daxuyanî da û got, ” Min kaxiza wezereta navxwe îmze nekir , xelkê Dersimê ev erk daye me û bi tenê em bi îrada xelkê dev ji vê erkê berdidin.”

Konak wiha got: “Bê bêhiqûqiya herî mezin kirin” Konak got, “Ez li vir im. Komek polîsên cil û bergên sivîl bi dehan maşîneyan rê girtin, nehiştin ez wesayîta xwe di trafîkê de bilivînim. Ez daketim jêr û got. ‘Çi diqewime, we çima rê dagîr kiriye?’ Hemû saziyên şaredariyê dagir kirine. Ev wêneyê faşîzmê ye, ev jî desteserkirina îradeyê ye.”

Back to top button