Polîtîk

Serok Barzanî û Davutoglu pêşhat û kêşeyên Rojhilata Navîn gotûbêj dikin

Serok Barzanî li gel Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê civiya û behsa pêşhatên dawî û kêşeyên Rojhilata Navîn bi giştî, metirsiya serîhildana terorîstan û çend mijarên din kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 22.11.2024an li çarçoveya 5emîn Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS24) li Duhokê, pêşwazî li Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo li ser pêşhatên dawî, kêşeyên Rojhilata Navîn bi giştî, metirsiyên serîhildana terorîstan, rêkarên ji bo baştirkirina proseya aştî û ewlehiyê û parastina aştiya navçeyê hatin kirin.

Pêncemîn Konferansa Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS2024) îro Înê 22-11-2024an li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê dest pê kir.

Back to top button