Mesrûr Barzani: Em dost û hevpeymanên pêbawer ên Amerîkayê ne

Mesrûr Barzani dibêje ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dost û hevpeymanekî pêbawer ê Amerîkayê ye; û ew armanc dikin ku piştgiriya Amerîkayê bi dest bixin da ku Herêma Kurdistanê bikin herêmek aramtir û pêşkeftîtir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani li Washingtonê bi endamê Kongresa Amerîkayê Îbrahîm Hemada re civiya. Piştî civînê, Mesrûr Barzanî bi medyayê re axivî.
Mesrûr barzanî got: “Em spasiya Serok Trump, hikûmeta Amerîkayê, vê rêveberiyê û gelê Amerîkayê dikin ji bo piştgiriya wan a berdewam ji bo gelê me, ji bo Pêşmergeyên me yên ku li kêleka Amerîkiyan li dijî terorê şer kirine,”
Barzani got, “Em dost û hevalbend in, hevalbendên pêbawer in. Em hêvî dikin ku têkiliya me ji bo armancên hevpar xurttir û berdewam be. Em gelek nirxan parve dikin.”
Mesrûr barzanî: Em spasiya Serok Trump, hikûmeta Amerîkayê, vê rêveberiyê û gelê Amerîkayê dikin ji bo piştgiriya wan a berdewam ji bo gelê me, ji bo Pêşmergeyên me yên ku li kêleka Amerîkiyan li dijî terorê şer kirine. Em dost û hevalbend in, hevpeymanên pêbawer in. Em hêvî dikin ku têkiliyên me ji bo armancên hevpar xurttir û domdartir bibin. Em gelek nirxan parve dikin. Em baweriya xwe bi siyaseta aştî, aramî û pêşketina aborî ya Serok Trump tînin. Em li vir in da ku piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bistînin da ku tiştê ku em bawer dikin dema rast e ji bo beşdarbûna di herêmeke aramtir û pêşverûtir de bikin.