Civak

Mesrûr Barzanî beşdarî rewrisma biranina şehîdên 1ê Şibatê de kir

Îro serê sibehî bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rewrisma salvegera şehîdên 1ê Şibatê li parka Samî Ebdulrehamn li Hewlêrê hat destpêkirin.

Di wan rewrisman de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tacegulek li ser monomenta şehîdên 1ê Şibata sala 2004ê dana.

Îro bîst sal bi ser karesata 1ê Şibata 2004ê re derbaz dibin, ku li sibeha roja yekê ya cejna Qurbaniyan, du terorsitên xwekuj bi şûtikên bombekirî cuda û di eynî demê de çûn nav bingehên Liqa Duyê ya PDKyê û Melbenda Sêyê ya YNKyê li Hewlêrê û xwe peqandin, ku ji bo pîrozkirina cejnê merasîmên pêşwazîkirina welatiyan hatibûn rêkxistin.

Ji verêja wan peqînan, li her du bingehên Liqa Duyê ya PDKyê û Melbenda Sêyê ya YNKyê 103 welatî şehîd bûn û 246 welatiyên dî jî birîndar b

Back to top button