Berî nîvroya îro yekşem 24.11.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Kongreya Yekema Rêhevalên Bertile kir.
Li civînê de endamên şandê ji bo rexsandina vê hevdîtin û civîna li gel cenabê wî gelek spasiya Serok Barzanî kirin. Paşê endamên şandê Serok Barzanî ji armanc û bingehên Kongreya Yekema Rêhevalên Bertile agahdar kirin balkişandin li ser wan kêşe û pirsgirêkan ku welatiyên Mesîhî li devera Tilkêf û Bertile û deşta Nînowa da rûbirû bûne. Bi taybetî dabezîna ber bi çava rêjeya runiştvanên Mesîhî li wan navçeyan ku bi sedema cûr bi cûr navçeyên xwe bi cîh hiştine û berev Herêma Kurdistanê ve hatine. Şanda Kongreya Yekema Rêhevalên Bertile gumanên xwe yên ji ber gûherîna demografyaya wan navçeyên Mesîhî têda nîştecîhin nîşandan û armanca serekî ya Kongreyê jî ji bo peydakirina çareseriyeke ji bo wan giriftan. Şanda mîhvan ji bilî balkişandina li ser rola Serok Barzanî ya cîh girkirina mafê kêmayetiya olî û neteweyiyan li destûra Iraqê de û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku yarmetiya navçeyên wan bide ku parsengiya sirûştiya demografya navçeyên wan neyê guhertin. Her wiha endamên şandê gelek spasiya xelk û Hikûmet û hêza Pêşmergeya Herêma Kurdistanê kirin ku rolekî ber bi çav li parastin û hewandin û yarmetîdana Mesîhiyan û hemû pêkhatên dinê li Musilê de hebûye.
Li beranber de Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û hêviya serkeftinê ji bo Kongreya wan xwest û balkişand li ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê çanda lêborînî û pêkvejiyanê bihêz û dîrokiye û demargîriya olî û neteweyî têda tûne. Di derbarê kêşeyên deşta Nînowa Serok Barzanî got: “Li rewşa nebûna aramî û nebûna asayîşê de hemû aliyek û hemû pêkhateyek dibin armanc û welatî bi awayeke demkî li pey penageh û starek digerin û cihên xwe bi cîh dihêlin û cîhên aram û asayîşê dikin cihên xwe. Lê belê eger bi cîh hiştina navçeyan û guherîna demografî bi awayekî rêkxistî û bername dariştî bê ew nayê qebûl kirin û pêwîste rû bi rûyê wê bibîn”. Her wiha pêwîst bi kêşeya welatiyên Bertile Serok Barzanî behsa ewe kir ku gelek ji wan navçeyan li ruyê xizmetguzarî û girîngîpêdanê ve ji aliyê navendê ve hatine îhmal kirin û Herêm jî li rûyê îdariyê ve nikarê yarmetiya wan bide lê belê li gel ewe jî Herêma Kurdistanê wan himbêz dike ku ji bo yarmetîdana welatiyên Iraqî û hewandina wan ji her ol û neteweyek bin.