Cîhan
Hêla asmaniya Hewlêr û London destpêdike
Biryare li demeke nêzîk de hêla asmaniya raste rast ya di navbera Kurdistan û Brîtanya destpêbike û kompanyayên veguhestinê jî beşdarî li vê çalakiyê da bikin.
Mihemed Şêrwanî Beşa Siyaset û Peywendiyên Konsolxaneya Brîtanya li Herêma Kurdistanê got: Biryare hêlêkî raste rast ya firokevanî li navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya destpêbike û ji bo vê mebestê jî li vê heftiyê da Serokê Encûmena Asayîşa Hêla Asmaniyên Brîtanya û Cîgirê wî serdana Kurdistanê bikin û li gel berpirsên Kurdistanê li ser vê babetê guftûgo bikin.
Li gor van zanyariyan hêla asmanî ji Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ve destpêdike û li Firokxaneya Navdewletiya London bi dawî dibe.