Polîtîk

Mêrdîn-Duhok-Silêmanî bi hev re tên girêdan

Duhî roja11.10.2010 Temer Remezan waliyê Duhokê pêşwazî li şandeyeke  wîlayeta Mêrdînê ji bakrê Kurdistana ku ji Hesen Duruer waliyê Mêrdînê, serokê şaredariya  Mêrdînê û serokê desteya weberînanê pêkhat bû kir.

Di hevdîtinekê de ku cîgirê waliyê Duhokê, serokê zanîngeha Duhok, serokê odeya bazirganî û pêşesazî û hejmareyeka bazirgan û sermayedarên wîlayeta Duhokê amade bûn, behsa bizava bazirganî û aborî li sinorê wîlayeta  Duhokê û çawaniya pêşvebirina peywendiyên bazirganî û aborî di navbera her du wîlayetan Duhok û Mêrdînê da bi taybetî û di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de bi giştî hate kirin.

Serokê şandeya wîlayeta Mêrdînê kêfxweşiya  xwe hember vê seredanê ya bo herêma Kurdistanê diyar kir û ew pêşkevtina di hemû biyavan da li sinorê wîlayeta Duhokê bi destve hatine bilind nirxandin.

Waliyê Mêrdînê diyar kir ku eve cara yekem e ku ew seredana herêma Kurdistanê û Îraqê dikin û got:
– Me hijmareke kompanî û barzganan digel xwe înane.  Mebest ji vê seredanê ewe ku, em peywendiyên bazirganî,  civakî û kulturî pêşbêxin.

– Gelek kêfxweş im bi dîtina Duhokê û ew guherînên lê peyda bûn. Em weke dewleta Turkiyayê gelek bi giringî li deverê dinêrin û em dixazin peywendiyên bazirganî û aborî pêtir pêşbêxin.

merdin_sil__man__.durun_684822242.jpg

Waliyê Silêmaniyê û waliyê Mêrdînê

‏Her eynî şandeya wîlayeta Mêrdînê ya bi serokatiya Hasan Duruer waliyê Mêrdînê serdna bajarê Silêmaniyê kir û ji aliyê waliyê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salih  ve hatin pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de Hasan Duruer li hember bihêzbûna pêwendiyên herdu aliyan kêfxweşiya xwe nîşan da û di axaftina xwe de îşaret bi wê yekê jî kir ku wî di serdana xwe de ya bo herêma Kurdistanê gelek guhertin û pêşketin dîtin ku nîşana pêşerojeke geşin.

Duruer tekî li ser wê yekê jî kir ku mebesta serdana wî bo herêma Kurdistanê ji bona bihêzkirina pêwendiyên aborî, bazirganî, pîşesazî, kulturî û warên din e.

Waliyê Silêmaniyê jî diyar kir ku hertim deriyê herêma Kurdistanê û wîlayeta Silêmaniyê bo pêşvebirina pêwendiyên digel hemû aliyan vekiriye

Back to top button