Civak

Ji bo tenduristiya dil diranên xwe firçe bikin !

Li paytaxta Îrlandayê  di civîna Saziya Mikrobiyolojiya Giştiyê de ji zanîngeha Brîstolê Prof. Dr. Howord Jenkînson da zanîn ku nexweşiyên dil ne tenê girêdayiyê kişandina cixare û bilindahiya kolestrolêye  herwiha paqijnebûna diranan jî îhtîmala qrîza dil zêde dike.

Li gor Jenkînsonê tendurîstî û ziravbûn ne girînge. Ger rewşa diranên mirov xirab bibe rîska nexweşiya dil jî zêde dibe.

Ji Koleja Qraliyeta Cerrahên Îrlandayê Dr Steve Kerrîgan jî got : Devê mirov di laşê mirovekî de cihê herî qîrêje û ger bi awayekî rêkûpêk diranan neyê paqijkirin xwînbûna goştêdiran çêdibe  û ew jî dibe sedema êrîşê bi hazaran bakteriyê li dijî rehan. Û bakteriyên li wê derê jî nahêle ku qismek xwîn bigihîje dilê mirov û ji ber vê yekê rîska qrîza dil jî zêde dibe.

Li Zanîngeha Otago Dunedinê ya Zelandayê Prof. Dr. Greg Seymour û ekîba wî jî têkîliyên di navbera bakteriyên devê mirov û  hişkbûna rehên mirovê  lêkolînek kirin.

Prof. Dr. Greg Seymour û ekîba wî da zanîn ku ger devê mirov paqij nebe bakterî zêde dibe û ew jî dibe sedema hişkbûna rehên mirov û rîska qrîza dil jî zêde dibe.

Back to top button