Fransa keleha Hewlêrê restore dike
Îro li bajarê Hewlêrê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Boris Bwalun sefîrê Fransayê yê Îraqê û şandeya pê ra kir.
Di civînekê de Salih û Bwalun peywendiyên siyasiyê navbera Hewlêr û Parîsê û pirsên germên di rojeva Îraq û herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.
Serokê hikûmetê di axaftina xwe de got ku herêma Kurdistanê bi çavekê gelek mezin li peywendiyên xwe yên bi Fransayê re dinêre, ”bi taybetî piştî sedana serokê herêma Kurdistanê bo Fransayê deiyên zêdetir bo peywendî û çalakiyên bazirganî û kulturiyên hevbeş da vebûn.”
Paşî her du aliyan behsa pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir û di vê çarçoveyê de serokê hikûmeta Kurdistanê helwestê herêma Kurdistanê ji sefîrê Fransayê re zelal kir û got ku di bê hikûmeteke hevbeşa niştimanî ku girêdayê destûrê be û paketa hevpeymaniya Fraksiyonê Kurdistanî jî qebûl bike.
Piştî civînê li keleha dêrîna Hewlêrê, bi amadebûna serokê hikûmetê, sefîrê Fransayê û hijmareke wezîrê û aliyên peywendîdar, di merasimekê kontrakta nûjenkirina keleh Hewlêrê di navbera Komîteya bala ya nûjenkirina keleh hewlêr û kompnaiya IFPO û LAFARGE yên fransî de hat îmza kirin.
Di vê merasimê de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û got: Ez gelek kêfxweş im ku li jêr sîbera dîroka pir serweriya keleha Hewlêrê û digel van mêvanan beşdariyê di vê merasimê de dikim ku ev jî pêngaveke din ya hevkariya navbera Fransa û herêma Kurdistanê ye.”
Salih got: Biryara siyasiya serokatiya herêma Kurdistanê, bi taybetî serokê herêma Kurdistanê ewe ku zêdetir giringî bi xurtkirina peywendiyên di warê siyasî û bazirganê yên bi Fransayê re bê dayîn.