Polîtîk
Tezkere saleke din hat dirêjkirin
Parlamentoya Tirkiyeyê, di rûniştina veşartî ya îro de, saleke din tezkereya operasyonên leşkerî bo derveyî sînor dirêj kir.
Li gorî nûçeya CHAyê, Civata Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê, îro civîneke veşartî derbarê tezkereya operasyonên leşkerî bo derveyî sînor li dar xist ku 3 demjimêran kişand.
Piştî rûniştinê, pêşniyara dirêjkirina saleke din a tezkereyê ket dengdanê û bi 428 dengên “erê” li hember 18 dengên “na” hat qebûlkirin.
Li ser vê bingehê, artêşa Tirikiyeyê dikare salekê din jî operasyonên derveyî sînor li dar bixe.