Merasîmek ji bo rêzgirtina Nêçîrvan Barzanî
Hewlêr – Hejmarek ji xwendevanên zankoyên herêma Kurdistanê îro merasimek rêzgirtinê, ji bo serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî saz dikin.
Serokê wezîrên berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema birêvebirina postê serokatîya wezîrên Kurdistanê de hejmarek projeyên stratejîk cêbecî kirin û ev pirojeyên he bûne egera baştirbûna rewşa jîyana hevwelatîyên herêma Kurdistan ê. Piştî guhertina desthilatê li gel serokê kabîneya şeşema hukûmet herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih, hewlên serokê berê yê wezîrên Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo baştirkirina rewşa jîyana xelkên Kurdistanê ji alîyê xelkê Kurdistanê ve bilind tê nêrxandin. Her di vê çarçovê de û ji bo rêzlêgirtin li kar û xebatên Nêçîrvan Barzanî, dê îro merasimek bête sazkirin.
Di vê derbarê de yek ji çelekvanên vê merasîmê Hawrê Telet taybet ji PNA re da xuyakirin, ku dê îro li hola High city merasimek ji bo rêzlênan li serokê berê yê wezîrên Kurdistanê bihêt sazkirin û dê di vê bûneyê de gelek kesayetîyên hukûmî, sîyasî û rewşenbîrî amade bin. Herweha Hawrê Telet da xuyakirin, ku dê di vê bûneyê de gotarek ji alîyê serokê kolêja perwedeya zanêstên mirovayetî Dr. Kemal ve bihêt xwendin û herwisa dê reportek li ser kar û çalakîyên kabîneya pêncema hukûmeta Herêma Kurdistanê di 45 xûlekan de bihêt nîşandan.