Li Enqereyê kulîsên siyasî germ bû
Duhî li Enqere seetên germ hatin jiyandin. Piştî operasyona dijî leşkeran çêbûyî, gelek general û hinek efserên bilind hatîn girtîn. Cîgir û wekîlê serokwezîr Cemîl Çîçek,serdana baregehê serfermadariyê kir. Hate gotin ku Başbug û generalan ji Çîçek xwestine ku, dive ew leşkerên hatîn binçavkirin neyên girtin.
Piştî serdana baregehê serfermandariyê, Çîçek civînek li gel cîgirê serokwezîr Bulent Arinc, Cîgirê serokê giştî yê Ak-Partiyê Abdulqadir Aksu, Salih Kapusuz û Huseyîn Çelik li parlementoyê civînek din pêkanî. Hate ragihandin ku pîştî vê civînê , wê Cemîl Çîçek serdana serokkomar bike. Lê Daxuyaniyek ji serokkomariyê hate kirin ku, ev serdana çîçek hatiye iptal kirin da ku ji teref raya giştî ve çewt neyê fam kirin.
Dema ev tişt çêdibûn serokwezîr Erdogan ji Ispanya dihat Tirkiye. Herweha Erdogan çewe gihat Tirkiye li Mala xwe li gel çend wezîra civînek kir. Li ser van civînên li dûv hev gelek nirxandin hatin kirin heta gotina amadebûna înqilabek leşkerî li kolîsên siyasî dihat telefuz kirin.