Civak

Merasima Filehan di rewşeke aram de derbas bû

Merasima şanedêra Meryem Ele’zira li gundê Kirî yê ser bi devera Berwarî Bala ve di rewşeke azad û aram de li roja yekşemîyê birêve çûn.

Melik Şemsedîn berpirsê civata kildanî, siriyanî aşurîyan li Kurdistanê di dipeyvekê de diyar kir ku li destpêka şoreşa Îlona mezin ev gunde ji aliyê rijêma Îraqê ya wî serdemê ve hat bû şewitandin û kavlkirin, belê di sala 2005ê de careka dî hate avedan kirin û dêra Meryem Ele’zira dêra gundî jî hate avakirin û got:

– Piştî dêra gundê me hatiye avkirin her ji wê rojê were, her sal li 15ê heyiva tebaxê xelkê deverê ji bo pişkdarîkirinê di vê roja dîrokî û pîroz de qesta gundê me dikin.

Şemedîn ew jî diyar kir ku durên 25 gundên kirstiyanan li devera Berwarî Bala hene û her gundekî rojeke taybet ya hey bo saxkirina van curê bîreweriyan.

Evro

Back to top button