Polîtîk

Rojevakurd naveroka daxwazên kurdan diweşîne

Şandeya danûstandina ya Hevpeymaniya Firaksyonên kurdistanî digel aliyên din yên Îraqê, daxazên herêma Kurdistanê yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê pêşkeşî lîste û qewareyên îraqî kirine ku ji 19 daxazan pê tê. ev li jêr rojrvakurd naveroka wan daxazan û şertên kurdan diweşîne:

1- Cîbicîkirina hemû madeyên destûrrê û parastina pergala demokratîk û federalî.
2- Pêkanîna hikûmeteke hevbeşa niştimanî ku temsîla hemû pêkhatên Îraqê yên esasî bike.
3- Li berçavgirtina prensîpê şirîkatî û beşdarî di derkirina biryaran de ew jê bi rêya:
– Pêkanîna Civata Emniyeta Niştimanî paralel digel pêkanîna hikûmetê
– Amadekirina destûra civata wezîran ku merceyîyeta civatê, derkirina biryaran bi tevayîya dengan û dabeşkirina desthilatên îdarî û darayî di navbera serokwezîr û cîgirên wî/ê de tesbît bike.
– Liberçavgirtina prensîpê tewafiqê
4-  Pêkanîna parlamentoya federalî piştî salekê ji destpêkirina karê parlamentoyê û heta parlamentoya federalî tê avakirin, serokomar û cîgirên wî/ê dê mafê vetoyê hebe.
5-Verastkirina qanûna hilbijartinan ku bi awayekî adil hemû îraqiyan temsîl bike.
6- Serjimêrî di dem ji bo hatiye diyarkirî de bê kirin
7- Heykelê (struktur) hêzên leşkerî û hêzên emina navxwe diberçavan ra bên derbas kirin.
8- Di hemû saziyên dewletê de, di wezaretan de, di saziyên serbixwe de ….ûhtd ragirtina balansê li berçavan bê girtin.
9- Cîbicîkirina madeya 140ê ji destûrê û berdestkirina budceya pêwîst bo cîbicîkirina madeya 140ê ku  ji du salan derbas nebe.
10- Pesindkirina qanûna derametên avê di nava salekê de ji roja parlamento dest bi karê xwe dike (reşnivîsa qanûnê ya dawiyê).
11- Pesindkirina qanûna patrol û gazê di nava salekê de ji roja parlamento dest bi karê xwe dike (reşnivîsa qanûnê ya dawiyê).
12- Fînansekirin, amadekirin û çakdarkirina zêrervanên herêma Kurdistanê (Pêşmerge) weke beşek ji sîstema parastina niştimaniya Îraqê.
13- Qebûlkirina namzedê hevpeyaniya firaksiyonên Kurdistanê bo posta serokomariyê.
14- Tezmînat ji qurbaniyên destê rijêma jinavçûyî, qurbaniyên enfalan, çekê kîmyayî li Helebce û deverên din bi awayelî lez û adil bê dan.
15- Temsîla kurdan di wezaretln siyadî, civata wezîran, saziyên aerbixwe û di hemû saziyên dewletê de bi awayekî adil be.
16- Aliyê Kurdistanê mafê qebûlnekirina namzedên postên wezaretên siyadî û wan wezaretên peywendî bi herêma Kurdistanê ve heye, hebe.
17- Skreterê giştiyên civata wezîran ji teref hevpeymana kutleyên Kurdistanê be.
18- Eger ji sedema libinpêkirina destûrê yan cîbicînekirina bernameyê li ser lihevkiriî, aliyê kurdî xwe ji hikûmetê vekişîne, hikûmet bi hikûmeteke îstîfa kirî bê qebûl kirin.
19- Kutleya serokwezîr li parlamentoyê û li civata wezîran bi alîkarîkirina cîbicîkirina wan xalên li jor hatîne diyakirin pabend be.
 

 

Back to top button