Polîtîk
M.Osman: Heta niha hewldanên Amerîkayê bê encam in
Mehmûd Osman ê ku ser bi lîsta hevpeymanîya Kurdistanî ve ye di daxuyanîyeka taybetî de ji PNA re ragihand, ku projeyê Amerîka ew e ku Îtilafa Dewleta Qanûnê û lîsta Eliraqîye bibin bingeha pêkanîna hukûmetê û Îtilafa Niştimanîya Iraqî, hevpeymanîya Kurdistanî û alîyên din jî beşdarîyê di vê hukûmetê de bikin.
Mehmûd Osman weha jî got, ku heta niha ev projeyê han ê Amerîka serkevtî nebûye, ji ber ku Eliraqîye û Dewleta Qanûnê li hev nekirine.
Mehmûd Osman weha jî da zanîn, ku dê Amerîka li ser pîkolên xwe berdewam be û dê Amerîka pîkolan bike ku alîyên siyasî ji hevdu nêzîk bike.