Polîtîk

Kurdên li derveyî BDP’ê dibêjin ‘erê’

Rêveberên HAKPAR, ÇIRA, Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD), Tevgera Kurd a Şoreşgerên Demokrat û Koma Diyalogê ya Dîcle û Firatê, li ber Plazaya AZC’ê ya Amedê hatin ba hev û daxuyaniyeke hevbeş dan çapameniyê. Biraziyê Xalid Begê Cibirî Tahsîn Sever ku yek ji berdevkê LKD’ê ye, daxuyanî xwend. Sever, bal kişand ku guherînên di pakêta referandûmê de kêm in lê digel vê yekê jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gaveke girîng e û wiha got: “Em weke komên kurd, di wê baweriyê de ne ku Tirkiye welatekî pirçand, pirnetew û pirol e. Ji ber vê yekê divê hemû cudahî li Tirkiyeyê bi tirkan re xwedî heman mafên wekhev bin. Ji bo ku ev yek jî pêk bê, pêwîstî bi makeqanûneke sivîl heye. Heta ev makeqanûn çênebe, ne pêkan e ku kurd û tirk di nava yekîtiyê de bijîn.”

Sever, bi bîr xist ku Tirkiye ji avakirina xwe heta niha bi polîtîkaya red û înkarkirinê nêzî kurdan bûye û makeqanûna Tirkiyeyê jî makeqanûneke nijadperest e. Sever, da zanîn ku pakêta referandûmê ya ku dê di 12’ê îlonê de ji dengdanê re bê pêşkêşkirin jî ruhê nijadperest a makeqanûna 12’ê Îlonê bi esasî naguherîne û lê digel vê yekê jî ew vê pakêtê weke guherîneke demokratîk dibînin. Sever, bang li hemû gelê kurd û derdorên cuda kir ku di referandûmê de rayên xwe bi rengê “erê” bi kar bînin.

Dilar Sewledar/Wavîn

Back to top button