Civak
Li Baxdayê teqîn: 41 kuştî û 100 birîndar
Îro li Baxdayê meydanekî nawendî teqînek mezin çêbû. Di encama teqînê de gelek kuştî û birîndar çêbûn. Gencên ku herin bibin leşker li nawenda Bexdayê ber baregehek leşkerî kom bibûn. Kesek xwekuj hate di nav koma gencan de û xwe teqand. Li gora BBC ragihandî heta niha 41 kesî jiyana xwe ji det daye û ji 100 kesî zêdetir jî birîndarin. Hêjmara giraniya birînên birîndaran geleke û ev yek dikare hêjmara kuştiyan zê de bike.
Eve demeke, taybetî ji hilbijartinan hir ve hêjmara bûyîna teqînan li Baxdayê gelekî zêde bûye. Di vê dema leşkerên Amerîkî ji Iraqê dikişin û asayîş bi temamî dikeve di destê hêzên Iraqî de zêdebûna van bûyerên bi vî awayî balkêşe.