Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Haşïm Haşimî kir

Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêr pêşwaziya şandek ya partiya Fazîlêta Iraqî di serokatiya, sekreterê giştî yê partiyê Haşim Haşimî de kir.

Di vê hevdîtinê de, cîgirê serokwezîrê hukumetê û hinek wezîr jî amade bûn. Hevdîtin piranî li ser rewşa avakirina hukumeta Iraqê ya nû hate kirin û astengên di rêya avakirina hukumetê de hatin gengeşekirin.

Di hevdîtinê de herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku, dive aliyên siyasî nakokiyên di navxwe de kêm bikin  da ku bikaribin hukumetek beşdariya hemi aliyan avabikin.

Nerîna min :