Mensûrê Hellac bi kurdî derket

MENSÛRÊ HELLAC BI KURDÎ DERKETDema dostê min Elî Gurdilî vê pirtûka bi navê ”Mensûrê Hellac” û du hejmar kovara Felsefevanê bo min hinart, min giraniya xwe zêdetir dida ser xwendina kovarê. Lê şevek êvarê dema min pirtûkê hilda û xwend, ew şev heta sibehê min dev jê berneda.Ev pirtûka ku bi kurdî hatiye nivîsandin, bi rastî pirtûkeke hêja ye, tê de gelek çavkanî û 19 beşên cihêreng digel çavkaniyên wan hene û di dawiya her beşekê de jî ferhengokek jê re hatiye amadekirin.Mensûrê Hellac (Kevanjen) sala 856an li Beyzaya herêma Torê hatiye dinyayê.Kurdiya vê peyvika ”hellac”a erebî, kevanjenî ye ango ewê ku hirî û pempû bi kevên dijene ye.Bapîrê Mensûrê Kevanjen, kurdekî ji Rojhilata Kurdistanê bûye û peyrewê ola Zerdeşt Pêxemberî bûye. Lê Mensûr digel bavê xwe ji herêmê, çûne kevanjentiyê û piştre ew ketiye nêv çanda Ereban, xizmeteke mezin kiriye.Sal 281ê Koçê li Nihawendê dema şahiya Newrozê bi def û zirneyê dihate pîrozkirin, Mensûrê Kevanjen gotiye Ehmedê mirîdê xwe:”Newroza min jî wê di nêz de li dora sêpiyê bête pîrozkirin” di dawiyê de wisan çêbû jî, sal 922 Mensûr ji aliyê Xelîfe Muqtedirê Ebasî ve bi sosret hatiye kuştin.Sedemê Kuştina Mensûrî çî bû?Sal 309ê Koçê bû, Mensûd li Bexdadê di girtîgehê de bûye. Xelîfeyê Ebasiyan Muqtedirê ku dê bibe kujerê wî, nexweşîneke giran ew hingavtiye. Diya Xelîfe xanima Yunanî xwestiye ku Mensûr ji girtîgehê were û kurê wê ji nexweşiyê felat bike. Piştî saxbûna Xelîfe, diya xelîfe xwestiye ku ew Mensûrî azad bike, lê Xelîfe rêz û rûmet nedaye diya xwe.Di wan rojan de jî li Bexdadê geremoleke zêde li pêşberê Xelîfe hebûye. Wezîrê Xelîfe yê bi navê HEMD gotiye Xelîfe Muqtedirî:”Tu xelîfeyê Bisilmanan î. Lê Mensûrê Kurd xelkê li pêşberê te rakiriye sehildanê. Divê em wî zûtirîn dem ji holê rakin. Yanena, tu dê ji ser text dakevî…”Hingê jî weke niha gelek nivîskar û rojnamevan û delêlî ji desthelatiyê re dinivîsandin û xeberan li nava welêt digerandin. Di wan rojan de nebûkariyên pir mezin derheq Mensûr Helacî de hatiye belavkirin.Pêşî biryara kuştina Mensûrî hatiye daye û hêj dadgeheke taybet hatiye avakirin. Wezîrê Xelîfe HEMDê qaşo herî rastgo û rewa bû, bûye serokê dadgehê:Rewşa vê dadgeh jî, Dadgeha Îstiqlalê a Diyarbekirê (1925) ku Şêx Seîd û 47 hevalên wî xeniqandiye tîne bîra meriv.Dadgehê Mesûr bi bêol û bêbaweriya bi Xwedê tawanbar kiriye û gotina ku Mesûr gotibû ”Enel Heq” herwekî gotibe ”ez Xwedê me” li gor xwe rave kirine û ji bo kuştina wî delîl hesibandine. Lê nexwestine ku fêm bikin ango HEQ û HEQÎ bi wateya rast û rastiyê ye!Pêşî hezar qamçî li Helacî xistine, piştre dest û nigên wî jêkirine hêj wî li çarmixê dane û agir berdane laşê wî, ew şewitandine, rijika laşê wî jî berdane Çemê Dîcleyê.Di rastiyê de sedemê kuştina Mensûrî, ev bûne:1- Mensûrê Kurd, gotiye ku ”Ebasiyan xiyanet li Kurd û Farisan kirine.”2- Xelîfe ji zanîna wî tirsiyabû û bawer kiriye ku wê Mensûr xelîfetiyê ji destên wî derxîne.3- Ji ber ku agahdariya Mensûrî bi gelek tiştên veşartî yên Xelîfe hebûye, Xelîfe bawer kiriye ku Mensûr dê wan û diziya Xelîfe ya 360 hezar dînarî. eşkere bike.4- Mensûr dil ketibû xwişka Xelîfe, lê Xwelîfe wî babetê xwişka xwe nedîtiye û nedayê.Hêja ye ku Elî Gurdilî bête pîrozkirin ku wî bi xebata xwe vê berhema hêja ya li ser Mensûrê Helac, bi kurdiya kurmancî nivîsiye.Bi hêviya lêkolîneke berfireh li rûdanên wisa ku di tariyê de mane.Her şad û bextewer bin…09/ 07/ 2015Zeynelabidin [email protected]

Nerîna min :