Cîhan

Mele Kirêkar li Norwêcê rastî êrîşeke çekdarî hat

 

Oslo – Serokê Rêkxistina terorîst EnSar El Îslam Mele Kirêkar ku li Norwêcê penaber e, rastî êrîşeke çekdarî hat. Êrîş li Oslo şeva yekşemê çêbû. Kirêkar di mala xwe de rastî êrîşê hat. Li gora daxuyaniya polîsan, tenê zavayê Mele Kirêkar di milê xwe de birîndar bû ye. Heta niha nayê zanîn êrîş ji aliyê kê ve çêbû ye û sedema wê çi bû ye Mele Kirêkar ji sala 1991 de weke penaber tevî malbata xwe li Oslo dijî.

Mele Kirêkar 53 salî ye û destê wî li Kurdistanê di gelek kiryarên terorîstî de hene.

 

Back to top button