Polîtîk

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi îdamkirina Elî Kîmiyawî kêfxweşe

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi îdamkirina Elî Kîmiyawî kêfxweşe.

 

Berdefkê hikpmeta herêma Kurdistanê, li dor bi cîanîna hukmî îsamê bi ser Elî Kîmiyawî de, di daxuyaniyekê de  got ku hikûmeta herêma Kurdistanê pêwaziyê li biryara îdamkirina Elî Hesen Mecîd dike û bicîbicîkirina wê biryarê kêfxweş e.

 

Kawe Mehmûd berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê ji Kurdistan TVê re got: ”Biryara îdamkirina Elî Hesen Mecîd nabe sedemê wê yekê ku nasandina dosyeya Helebceyê weke jînosîda bidawî hat, nexêr, dosyeya helbceyê ji çendê gelek mezintire.”

 

Mehmûd got: ”Hikûmeta herêma Kurdistanê dê ji bona nasandina tawana Helebceyê weke jînosîda gelê kurd û wergirtina tezmînat bo qurbaniyên kêmiyabara wê bajarê, xebatên xwe çirtir bike.”

Weke tê zanîn dadgeha bilnda tawanan li Îraqê di roja 17.01.2010ê de li ser dosyeya kîmiyabarana Helenceyê, biryara îdamê bo Elî Hesen Mecîd da û biryara 10 sal zîndan bo Ferhan Motlek, 15 sal zîndan bo Sultan Haşim û 15 sal jî bo Sabir Durî dan.

 

Duhî êvarê Elî Debax berdefkê himûeta Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku hukmê îdamê bi ser Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmiyawî) de hat cîbicîkirin.

Back to top button