Polîtîk

Mela nikarin xelkê han bidin derxin kolanan

 

Mela Ehmedê Şirnexî Berpirsê Leqa Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Leqa Zaxoyê bersîva çend pirsiyarekî rojnameyan da çendîn mijarên li warê olî û civakî de xisterû.

Mela Ehmed dibêje karê mamostayên olî ji bo xelkê veguhestina nameya îslame, heta radeyekî baş li Kurdistanê gotarên olî rola xwe ya li hişyarkirin û berev pêşve birina civakê de dîtiye. Bi tu awayekî ne diruste, Mela xelkê han bidin ku biçin ser kolan û caddeyan, ji ber ku eve dijî ola îslamêye.

Her wiha got: Hişyarkirina xelkê ji bo rastî û heqiyê erk û wacibê Melayane, ji bo wê yekê divê em hemû demekî bîr li berev pêşve birina civakê bikîn. Eger Mela bi hişyarkirina civakê ranebe gunehbar dibin.

Mela Ehmed di derbarê gotarên mînberê de got: Bi tu awayekî ne diruste li ser mînberê behsa partiyan bête kirin, ji ber ku ol û dîn bi tu awayekî rê bi wê yekê nade Mela li ser mînberê mizgeftan behsa partiyan bikin û gotarê bikin siyasî, tenê eger li berjewendiya giştî da bê û behsa welat bê kirin eve diruste. Ji bo wê yekê ol eve qebûl nake, tiştên taybetî li ser civakê bi giştî bête ferz kirin.

 

 

Back to top button