Civak

Li hewlêr xaniyek milyonek dolar kirî

Wek tê zanîn berî demekî Tevgera Goran da xuyakirin ku ewê giraniya xwe bidin Hewlêr. Serokê tevgerea Goran Noşîrvan Mistefa ji bo hatina xwe ya Hewlêr gava yekem xaniyek  1 milyon dolarî kirî.

Tevgera Goran dixawaze li ser navê opozisyonê berpirsê tevgera Islamî Selahedîn Bahadîn wek namzatê serokatiya herêma Kurdistanê bidin nîşandan.

Di vê derbarê de berpirsek yê Tevgera Goran ji Rudawê re da xuyakirin ku heta hindekî navbera PDKê û Goran xweş nebê Noşirvan Mistefa nayê Hewlêr.

Lê di vê derbarê de PDK hatina Noşirvan Mistefa ya Hewlêrê girîng nabîne û li gora wan ev yek tu guhertinekî rewşa heyî de peyda nake.

 

Back to top button