KulturNivîsar

Medreseyên Bedlîsê

MEDRESEYÊN BEDLÎSÊMEDRESEYÊN LI BEDLÎSÊ DI PERSPEKTÎFA ZANISTÎ, IRFAN, ŞARISTANÎ,ÇAND Û HÛNERÊ DE TIŞTÊN KU JI GEL RE DANE KARKIRINBê guman Bedlîs di dirokê de bûye dergûşa zanist û perwerdehiyê. Ji ber vê sedemê Bedlîs ji hêla medreseyan ve pir dewlemend bûye. Medresyên Bedlîsê hem di warê dînê de, hem di warê hemîyetperwerîyê de xebatên pir mezin kirine. Heta em dikarin bêjin, ne ji bo Bedlîs û derdorên wê tenê belkê ji bo tevahiya Rojhilata navîn jî ilm û irfan belavkirine.Bê guman Ev medresyên hanê, ji bo gel bûne rêber. Ji bo karên wan yên dinyewî û uxrewî xebitîne. Bûne warîgeha aştî û lihevhatina gelan. Hem jî bûne ciyên çand û hunerê. Ji bo vê qasê bi hezaran âlim û zanyar ji van medreseyan derketine. Taybet ev medreseyên hanê di rojên herî teng û zor de jî, bûne wesîleya rizgarkirina Zimanê Kurdî ji windabûnê. Lewra medreseyan binerd jî xebatên xwe bi awayek pir zor û zehmet domandine. Nexwu em Îro dikarin bi hêsani bibêjin newendabûna dîn, çand û Zimanê Kurdî bi xêra van medreseyan bûye.Dîroka Medreseyên Bedlîsê, pir kevn e. Hem di dema Mîrektiyên Kurdan de, dema Selçuqî û Osmanîyan de hem jî di dema Komarê de heta roja îro jî, di xizmeta gel de bûne û ilm û irfan belavkirine. Xweda hez bike em ê di vê danezana (teblîx) xwe de li ser Medreseyên Bedlîsê û karên wan ên ji bo gel rawestin.AdsızDESTPÊKEz dixwazim berî denazana xwe, bi kurtî behsa dîroka medreseyan bikim, paşê vegerim ser mijara xwe:Peyva “medrese” di zimanê Erebî de bi wateya “cihê dersdayînê” ye. Çawan tê zanîn dîroka medreseyan pir kevnar e. Gor hinek zanyaran medresa yekemîn Hîra, şagirtê yekemîn Hz. Muhemmed (s.x.l) û mamosteyê yekemîn jî Cebraîl (a.s) e. Li gor hinekan jî, Medreseya ewil Suffe, seydayê yekemîn Hz. Muhemmed (s.x.l), şagirtên wî jî sehabiyên wîbûne. Medrese li Kurdistanê jî sala 950 li Hemedana paytext vebûye û zanayê pêşî jî Bab Tahir Hemedanî jê derketiye.Lê belê gor hinek dîroknasan medrese bi şeklek nîzamî dema Selçuqiyan di wexta Nîzamul mulk de bi awayekî zanîngehî derketiye holê, piştre jî hatiye Kurdistanê. Lê belê gor hinek dîroknasên din jî medrese beriya Selçuqiyan de jî herêma Kurdan xwe bi awayek nîzamî îspat kirine. Ev medrese, dewra Ebbasî, Eyyubî, Selçuqî û Osmaniyan de idareya dewlet û milletî kirine û ilm û irfan dane cîhanê.Lê belê pir sosretekî mezin e; piştê komara Turkîyeyê ku di sala 1923an de hatiye sazkirin, herfên Erebî bi herfên Latînî re di sala 1928an de hatiye guhertin. Pir sosret e di şevekê de gişt gel hemû hiştine nezan, alim û cahilan xistine wek hev û bi sedhezaran kes tîpên latînî nezanibûne. Ev sosreta hanê di dîroka cîhanê de li tu dewleteke dî nehatiye dîtin. Ji ber vê sedemê hinek zanistên oldar gotine: “Xwezî temamê mizgeftan bihatina xirapkirin, lê gelê me nehiştina cahil û nezan. Lewre temîrkirina mizgeftan hêsan e, lê rakirina nezanînê pir zor û zehmet e.”Piştê derêxistina zagona Tewhîd û Tedrîsatê, êdî medrese hatine qedexekirin. Lê belê li Kurdistanê medrese bin erdêde jî be dîsa xwe û jiyana xwe dane domandin. Çawan tê zanîn piştê qedexekirina medreseyan, di zaningehan de alim û pispor êdî nederketine. Li ser vê qasê prof. Dr. Îhsan SÛREYYA SIRMA wiha gotiye: “Piştî qedexekirina medreseyan ji bilî Prof. Dr.Fuat Sezgîn Bedlîsî tu zanyarê bi navûdeng derneketine. Lê belê mixabin li Fuat Sezgin demxa paşverûtiyê xistine, ew jî koçberê Elmanyayê hate kirin.”Li gor seyda İhsan, Fuat Sezgin jî fêkiya Medreseyê bûye. Pêwist e ku mirov neyartiya ol, çand, hûner û şaristaniya tu gelî neke. Taybetî jî yê gelê xwe zêdetir nebe. Lê mixabin nêzê esrekê ye neyartiya ol, çand û muqeddesatên vî milletê me hatiye kirin.Bêguman di dema Selçuqî û Osmaniyan de li Bêdlîsê ev medreseyên hanê, ilm û irfan belav kirine. Emê bi kurtayî çend ji wan Medreseyan bidin nasandin:1- Medresaya Îxlasîyeyê:Di sala 1216an de ev medrese ji aliyê Selçuqiyan ve hatiye çêkirin. Gor nivîsên li serê ku xuya dibin, di sala 1589an de di dema Osmaniyan de ji aliye Xanedanê Bêdlîsê Şerefxanê Pêncan ve carek din hatiye te’mîr kirin.Mîmarîya wî jî wek ya Selçuqiyan e. Proja wî ya çargoşeyî bi qubbe hatiye çêkirin. Di navendê de tembûrekî bi heybet, di her kuncên wê de, merdaneyên bi piştgirîya sitûnan heye. Berya wî bi xemlekî xweş hatiyêçêkirin. Ev medrese li ser sê beşên mezin pêk hatiye. Medrese di demên paşîn de ji bo bi karanîna kevnargeha arkeolojîyê hatiye restorekirin. Ew serdangeha di bostana kevnargehê de, malê zaruyên şerefxaniyan wek Welî Şemsedîn, Zîyaedîn Xan, Şerefxan û di gel sê tirbeyên xwişkan cih digre.2-Medreseya Xatîbiye:Ev medrese li aliyê başûrê bajêr e û nêzê mizgefta Alemdarê ye. Nivîsek li serê tune. Di dergehê xwe de ne mîna avahiyên dinî ye. Dîwarên wê yên ji alyê Rojava û bakur ve talan bûye û hinek banê wê jî rûniştiye.3-Medreseya Şerefiye: Di vê medreseyê de jî nivîsek tune. Bera wî ya ji alyê Rojhilatê ve du tebeq e. Di binê vê Medreseyê de rêzek firoşgeh heye.4-Medreseya Nuhiye:Di kolana Hersan û tenga Kurubulakê de cih girtiye. Bedlîs 07/ 04/ 2016Mele Nizamedin Yakişik

Back to top button