CîhanCivak

Bêrîvan Elzeyn û hevalên wê yasayên Kurdistanê binpê kirine

Rêveberiya Asayişa Giştî ya Hewlêrê, li ser belavbûna nûçeyek nerast derbarê girtin Bêrîvan Elzeyn li çend dezgehên ragehandinê daxuyaniyek belav kir, tê de amaje bi wê yekê kir ku, jina navborî ligel çend jinên din bi şêweyekî neyasayî ligel çar kesên din ku pasportên ewropî ligel wan bûn, hatine Herêma Kurdistanê û di dema bezandina wan ji sînor re , hatine destgîrkirin û hatin rizgar kirin.Tekesta daxuyaniya Asayişa Giştî ya Hewlêrê“Ev çend roj in hindek alî û dezgehên ragehandinê bi şêweyekî ne rast behsa destgîrkirina Bêrîvan Elzîn dikin ku hilgira regeznameya almanî ye.Em jibo raya giştî zelal dikin ku, navboriyê di riya firokxaneya Silêmaniyê hatiye  Herêma Kurdistanê û bi alîkariya çend kesan bi şêweyekî ne yasayî çûye Rojava, piştî çend rojan ew bi şêwiyekî ligel çar kesên din ku hilgirê pasportên welatên Ewropî ne hatine Herêma Kurdistanê û di dema bezandina sînor de, kesa amaje pê kirî û hevalên wê yasayên herêm pêşêl kirine, lewma hatine girtin û piştî veguhestina wan bo Hewlêrê, yekser Konsilê Almanya li Hewlêrê hatiye agahdar kirin, nûnertiya wî welatî jî serdana navboriyê kiriye, herwiha îro ew kes û kesên ligel wê bi heman şêweyê hatine rizgar kirin.Rêveberiya Giştî ya Asayiş – Hewlêr04.04.2016”

Back to top button