Polîtîk

Me pêkve berevaniyê li jiyan û mirovayetî û li cîhanê kir

Êvariyaroja yekşem 23/06/2019ê, bi amadebûna  Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Andrew Peek Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka, Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û Steve Lutes Cîgirê Serokê Jûra Bazirganiya Amerîka yê Rojhilata Navîn û Serokê Yekîtiya Jûra Bazirganiyên Iraqê û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bazirgan û karsazên biyanî û navxweyî, bi boneya îmzakirina peymana hevdû têgihiştina di navbera Jûra Bazirganiya Amerîkî û Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê ku îro hatibû wajo kirin birêveçû.

Li vê rêwresmê da birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Amadebûyên birêz! dîplomatkar!

Mîhvanên ku ji Amerîka ve kerem kirine!

Êvara we baş, hûn hemû bixêrhatin.

Bixêrhatineke germ li birêzan Andrew Peek Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka, Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê, birêz Steve Lutes Cîgirê Serokê Jûra Bazirganiya Amerîka yê Rojhilata Navîn û Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyên Iraqê dikim ku ewî jî îro kerem kiriye û hûn hemû bixêrhatin.

Xweşhalim ku em pêkve li virîn. Hêviya serkeftinê ji bo we û ji bo peyman û yadaşta hevdû têgihiştina Jûra Bazirganiya Amerîkî û Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê dixwazim. Pîrozbahiyê li we dikim, hêvîdarim bi xêra Herêma Kurdistan û Iraq û Amerîka be. Hûn dikarin ji vir ve Herêma Kurdistanê wekî derbasgeheke ji bo bazara mezina Iraqê jî bikarbînin.

Hatina we li vê qonaxê da neku her ji bo Herêma Kurdistanê, belku ji bo Iraqê jî girînge. Nîşana piştevanî û dostayetiya we ye. Me peywendiyekî dostaneya demdirêj li gel Amerîka heye. Peywendiyên me li pêş sala 1991 ve li gel Amerîka hebûn, lê belê li sala 1991 ve ji bo 2003 heta 2014 û heta îro, ev peywendî bi qonaxên cûda cûda re derbasbûne. Bi çavê rêz û bi hûrmetê ve li dostayetî û hevkarî û piştgîriya Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê temaşe dikîn.

Piştgîriya Amerîka ji bo me li şerê dijî terorê da, sedemeke serekî ya serkeftinê bû. Amerîka serkirdayetiya hevpeymaniya navdewletiya li dijî terorê kir. Rolekî mezin li parastina Herêma Kurdistan û Iraqê da dît. Me pêkve berevaniyê li wan bihayên hevbeş kir ku baweriya me pê heye ku bingeha jiyan û serfirazî û azadiyê ne.

Me pêkve berevaniyê li azadî û demokrasî, fireh rengî û aştîvanî, pêkvejiyan û lêborîniyê kir. Beramber heman dijminî me ceng kir. Dijminê jiyan, dijminê şaristanî û dijminê pêşketinê. Me pêkve berevaniyê li jiyan û mirovayetî û li cîhanê kir. Li vir da, bi rêz û hûrmetê ve, li gel Pêşmerge û hêzên Iraqiyan, cangoriyên artêşa Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî jî bi bîr tînîn.

Birêzan!

Niha qonaxa dawiya şere. Qonaxa aramiyê ye. Dema avadankirin û pêşxistin û xizmetguzariyê ye. Bi peroşî û kelecaaniyê ve, em li benda kertê taybet û veberhênana Amerîkî ne ku li vir rolekî mezin bibînin. Dikarin li gel kerta taybetî ya navxweyî û li gel hikûmetê jî kar bikin.

Ji bilî li peywendî û piştgîriya siyasî û emnî û yarmetiya mirovî, piştgîriya aborî û bazirganî, veberhênan û sermayeguzariyê, Amerîka dibê sedema aramî û rêzgirtina li qurbaniyên me hemû aliyên li Iraqê. Hûn dikarin li gelek warî de avadankirin, jêrxan û pêşxistina kertên xizmetguzariyê, teknelojiya, peywendî û gihandin, bankdarî, tendirustî, perwerde, zanistî, pîşesazî, çandin û geştiyariyê da, veberhênanê li Herêma Kurdistanê de bikin.

Berê jî kompanyayên Amerîkî li warê ûze û enerjî û li çend warekî bazirganî û veberhênanê da li vir kar kirine. Gelek spasiya wan dikîn ku li rewşa dijwar ya derbasbûyî de, me bi cîh nehiştin. Li vê qonaxê û li paşarojê de jî beşdarî û hevbeşiya zêdetir û çalaktirê kompanya û sermaye û veberhênanê Amerîkî, dibê sedema bi hêzkirina peywendiya gelê Amerîkî û gelên vê navçeyê.

Herêma Kurdistanê bingeheke baş ji bo veberhênan û sermayeguzariyê heye. Li vir hêsankarî, piştgîrî û hevkarî ji bo veberhênanê peyda dikin. Herêma Kurdistanê li warê veberhênan û sermayeguzariyê da, li piştgîrî û hêsankariyê da ji bo teşwîq û handana veberhênanê, li Iraqê de çîrokekî xwe ya serkeftî heye.

Herdem me kar kiriye, ji bo wê yekê ku yasaya veberhênana me serdemane û mîsogeriya veberhênanê be. Yasayek bikarê gelek sermaye û veberhênanên biyanî bîne Herêma Kurdistanê û çalakiyên aborî û bazirganî yên berfireh encam bidin.

Herdem me hewl daye û me kar kiriye û kar dikîn bo kêmasî, lawazî, rotînî û berbestiyê li ber veberhênanê rakîn. Me reform û çaksaziya yasayî û kargêrî û bi taybetî kargêriya darayî kiriye. Rûbirûyê karê neyasayî û gendeliyê bûyîn.

Li ser ewe berdewam dibîn. Hikûmet û Parlemen han didîn, heta li rûyê yasayî û şefafiyet û hêsankariyê ve, bingeheke baştir ji bo veberhênanê birexsênîn, heta ku piştrastiya zêdetirê yasayî û kargêrî bidîn veberhêneran.

Em dixwazîn hest bi piştrastî û mîsogeriyê bikin ku li cihê dirust û li jîngehekî yasayî û kargêrî ya tendirust da veberhênan û sermayeguzariyê dikin. Em we piştrast dikin ku me hemû piştgîriyek ji bo we heye. Veberhênan û mafên we yên li Herêma Kurdistanê parastiye.

Birêzan!

Em li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê qonaxekî nû yê peywendiyê destpêdikîn. Li ser bingeha destûr û federaliyê, me hengavên nû yên hevkarî û hemahengî û hevbeşiyê dibe. Divê em her dû alî ders û wane ji şaşiyên berê werbigrîn. Divê ji bo hengavên berev paşarojeke baştir, sûdê jê bibînîn.

Hewleke ciddî û dilsozane li her dû aliyan de ji bo çareserkirina hemû kêşeyan heye. Peywendiya baş ya Hewlêr û Bexda, rengvedanekî baş li ser çalakiyên aborî û bazirganî û veberhênana li Herêma Kurdistanê û li tevahiya Iraqê de heye.

Pêşxistina çalakiyên aborî û bazirganî li Herêma Kurdistanê ne bi tenê proseyekî aborî û bazirganî ye. Beşdarî û hevbeşiyekî çalake li avadankirin û binyatnana jiyan û mirov jî, li welatek da ku êş û derdeserî û karesateke mezin dîtiye. Hevbeşiya li vegerandina hêvî ji bo koçber û penaberên li hemû pêkhatan, hevbeşiye li proseya avadankirina cihên wan.

Hemû kar û çalakiyekî we, derfeta kar û binyatnana jiyanekî nû ji bo kesek û ji bo malbatek dabîn dike. Gelê Kurdistanê bi siruştî û xwezayî civakekî vekiriye. Hez li binyatnana pira peywendiyê ye li gel civaka navdewletî. Me bawerî bi bazara azad û vekirî heye.

Hûn dikarin li gel Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesazî û kertê taybet, kar û projeyên hevbeş encam bidin. Me baweriyekî tevahî bi girîngî û rol û bandora kertê taybet heye. Berev pêşvebirina warên cûda cûda û dabînkirina pêdiviyên welat, bêyî kertê taybet ku dinamoya serekiye ji bo her berev pêşveçûnek, serkeftî nabê.

Ezmûna zêdetirê li (15) salên derbasbûyî kertê taybet li Herêma Kurdistanê, rênîşanderê meye. Bi fêrbûna li pêşerojê, hengavên paşarojê jî baştir dikîn. Li qonaxên paşarojê da, kêmasî û berbestên berê nahêlîn. Bingehê ji bo çalakiyên aborî û bazirganî û veberhênanê baştir dikîn.

Îmzakirina yadaştnameya we ya îro, karekî girînge. Hengavekî dirust û pêwîste. Bi temamî di dema xwe da ye. Jûra Bazirganiya Amerîkî, mezintirîn rêxistina bazirganiye li cîhanê. Zêdetirê (100) nivîsîngehan li cîhanê de heye. Dergehê li ser zêdetirê sê milyon kompanyayên Amerîkî, li ser Herêma Kurdistan û Iraqê da vedike. Li vir jî bazarekî mezin ji bo kompanyayên Amerîkî dirust dike.

Pîrozbahiyê li we dikim, hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim. Spas ji bo wan hemû kesên li Herêma Kurdistanê û li Amerîka kar ji bo wê yekê kirin ku ev yadaşte bê îmza kirin.

Spasî Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê dikim. Wan herdem hewl daye peywendiya bazirganî û aborî ya Herêma Kurdistanê li gel cîhanê berfirehtir bikin. Hêvîdarim li paşarojeke gelek nêzîk da, rengvedaneke baş ya vê hengavê li Herêma Kurdistanê û li Iraqê jî bibînîn.

Bixêrhatina wan kompanyayên Amerîkiyan dikim ku li gel vê şandê hatin. Em dizanîn cîhan cihê kêbirkêye û Kurdistan jî wekî her bazarekî din dibê kêbirkê û rikeberiyê bike. Baweriya me ji çanda vekirî geleke û mîhvandostiya me, xwest û daxwaza me ya ji bo hevbeşî, piştgîriyê, bi veberhênana xwemalî û derekî Kurdistanê dike ciheke taybet ya bazirganî û weberhênanê.

Xweşhalîn ku karekî gelek vekirî Jûra Bazirganiya Amerîkî li henderan AmCham (Amçam) li Herêma Kurdistanê damezrand. Hêvîdarîn ji bo handan û bihêztirkirina peywendiya di navbera her dû aliyan de piştgirî li çalakiyên wan bê kirin.

Dûbare bixêrhatina hemû aliyek dikim, bi taybetî jî dixwazim spasî Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka xanima Beyan Samî Abdulrehman bikin ku îro li gel şandê kerem kiriye û ew kesên li gel wê li nivîsîngehê de kar kirine, her hemûyan rolekî gelek mezin ji bo rêkxistin û anîna vê şandê de dîtine.

Hûn hemû bixêrhatin

Back to top button