Civak
Masiyên devera Pira Malabadê zêde bûne
Li çemê Dîcleyê ya li devera Pira Malabadê ya di navbera Batman û Diyarbekirê de, masiyên 30 kilo zêdetir têne girtin û masîvanê deverê dibêjin masî îsal zêde bûne.
Nêzîkî Pira dîrokiya Malabadê masiyên 30 kiloyî têne girtin li bazara Batmanê kiloya wê bi 15 lîreyên Tirkî têne firotin. Di vî derbarî de masîvan Deniz Erdem dide zanîn ku li ava çemê Dicleyê ya li devera Pira Malabadê masî gelek zêde bûne û ew li bazara Batmanê de bi awayeke baş tê firotin.