Manîfestoya Serok Barzanî û Helwestên KCK ê

Gotinek heye dibêjin:”Kesên ji dîroka xwe dersê wernegirin, nikarin pêşeroja xwe jî damezirînin”. Nirxandin û dersjêderxistina dîroka paşerojê, stûna damezrandina pêşerojê ye. Milletên ku ji dîroka xwe, yan ji paşeroja xwe ders wernegirtibin, di pêşeroja xwe de jî her dikevin heman xeletîyê û diteqinin. Lê milletên ku aqlêselîm dîroka xwe hûr dikolin, kêmasî û xeletîyên xwe dibînin û hewl didin ku di pêşeroja xwe de jî heman xeletî û kêmasîyan nekin da ku di pêşeroja xwe de biserkevin.

Em Kurd di vî warî de qelsin. Yek ji wan milletên ku giringî û pêwistîyê nadin dîroka xwe û dersan jê dernaxin, em Kurd in. Mixabin, ev rastîya me ye. Rastîyek tirş û tehl. Gava meriv li dîroka xwe dinere, dibîne ku di “serneketina” me de sedema herî mezin, sedema herî jandar bêtifaqî û dijminatîya me xwe bi xwe ye. Yanî şerê brakujî ye. Helbet şert û şirûtên dinyayê, berjewendî û hîlebazîyên dewletên serdest jî bandora xwe li me dikin. Lê dewletên serdest çiqasî xurt bin bila bibin, gava em ji hevre bi tifaq bin, gava em bi ruhek netewî, bi mejîyekî Kurdistanî tevbigerin, wê dewletên serdest jî zêde nikaribin bi me bilîzin û me bikarbînin. Lê mixabin bêtifaqî, berjewendîyên grubî, ezezî û gellek sedemên din heta îro nehiştine em Kurd bibin destek û bi yek dengî, bi yek ruhî û bi yek armancê biqîrin.

Îro em Kurd di pêvajoyek zîz re derbas dibin. Ji alîyekî parçeyek ji axa welatê me ber bi dewletbûnê ve diçe, ji alîyekî Kurdên cîhanê nêzîkî hev dibin, û ji alîyekî jî tifaq û hevgirtina navbera Kurdan xurttir bûye ku bi beşdariya partiyên herçar perçê welat bi navê Kongreya Netewî tev digerin. Ev pêşketinên erênî di çavên dagîrkerên Kurdistanê de bûye kelem û wek şûjinekê di çavê wan de radibe. Bi her dek û dolabê dixwazin destdirêjîya tifaqa navbera Kurdan bikin û wan wek dem û dewranên berê bera hev din, bikin dijminên hev û şerê navxweyî bidin destpêkirin. Bi taybet dewleta Tirk û Îranê şev û rojên xwe jibo têkbirina başûrê Kurdistanê kirine yek û tunekirina perçê azad ji wan re bûye armanca sereke. Di vir de bar û berpirsiyarîyek mezin dikeve ser milê Kurdan û divê di her halûkarê de neyên lîztika dijminên xwe û mecalê nedin wan.

Di Kurdistanê de parçeyê ku herî zêde ji destê şerê navxweyî kişandiye başûr e. Çi xwe bi xwe bin û çi bi hêzên bakur re bin, êşek mezin ji destê şerê brakujîyê kişandine. Ji ber vê jî êş û elem, zehmetî û pirsgirêkên vî şerê qirêj baş zanin û têgihiştine ku êdî divê Kurd hevdu nekujin û dijminatîya hev nekin. Bi taybet Serok Barzanî yek ji wan kesan e ku bi tundî li dij şerê brakujîyê derdikeve.
Serok Barzanî di gellek daxuyanîyên xwe de bal dikişîne ser şerê birakujîyê û hetta di derbarê PKK de jî gotibû ku “Kujtina Kurd bi destê Kurd li paş ma, êdî wê Kurd hevdu nekujin” û gellek helwestên erênî nîşan dabû ku ev jî di nava Kurdan de bibû ciyê şanazî û payebilindîyê.

Serok Barzanî, bi biryar û helwestên Kurdewarî di herçar parçeyên Kurdistanê de bûye hêvîyek mezin û bandora xwe li temamê Kurdan kiriye. Wilo bûye ku li bakurê Kurdistanê jî wek serokê Kurdan derketiye pêş û her ku diçe bandora wî zêdetir, qedr û qîmetê wî bilindtir dibe. Ev jî bûye sedemek herî mezin ku dewleta Tirk wî ji xwe re bike partner da ku ji bandora wî ya di nava Kurdên bakur de îstîfade bike. Bandor û giranîya wî ewqasî çêbûye ku; gelek ji terefgirên PKKê birêz Mesûd Barzanî wek serokê temamê Kurdan qebûl dikin. Aramî, pêşketin û giringîya başûr, helwest û daxuyanîyên Kurdewarî yên Barzanî bike neke tesîra xwe da Kurdên bakur, sempatî û dilxwazîya ji malbata Barzanî û PDK re li bakur zêdetir bû. Ji ber van sedeman jî, dewleta Tirk bi mahna PKK başûr û malbata Barzanî ji xwe re kiriye armanca yekemîn û serxwabûna parçê başûr di dilê wan de bûye tirs û xofek mezin. Bi taybetî manîfestoya ku serok Barzanî di serdana xwe ya Îran û Tirkiyê de da dinyayê, ji Kurdan re bû hêvîyek mezin. Kurdên ku ji destê şerê navxweyî pir kişandibûn, şa bûn û bawer kirin ku wê ji îro û pêde Kurd hevdu nekujin. Lê dewletên dagîrkerên Kurdistanê rehet nasekinin û jibo Kurdan berî hev bidin her lîztik, dek û dolabê dizîvirînin. Ji xwe ji bûyara li Amûdê hat qewmandin diyar bû ku, xêrnexwazên Kurdistanê vala nasekinin.

Di van bûyarên kirêt de, hat xuyakirin ku, hebuna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di heman demê de gerantoriya temamê netewê Kurd, netewê din û Olên li Kurdistana azad dijîn e. Di temamê bûyarên kirêt ku gelekê wan ji terefê partiyê qaşo Kurdîstanîve tên kirin, bi aqlîselîmiya siyaseta brêz serok Barzanî bi tehrîbatên biçûk hatin berteref kirin. Serokê Kurdistanê bi vê berpirsiyariyê tevgeriya û hewl da ku; di navbera hêzên Kurd, netewe û Ol ê li Kurdistana azad û perçê din yê welat heyî de, pirsgirêk û nakokî dernekevin. Serok Barzanî bi zanyarî û dil pakiya xwe daxwaza xêrnexwaza têk bir. Ji temamê Kurdan ve ayan e ku, dewleta Tirk û Îran ji zûde dixwestin ku hêzên Kurd berî hev bidin û aramîya li başûrê Kurdistanê heyî têk bibin. Îro jî heman leztik li Rojevayê Kurdistanê tên kirin. Ev jî xeterîyek mezin e, ger hemwelatiyê Kurdistanê Manîfestoya Serok Barzanî nekin guhar ji xwe re; we têkdanên xêrnexwaza biser kevin.

Û bê goman, wê ev yek jî bibe têkçûna teskeftinê li temamê Kurdistanê. Ez wek kesekî Bakûrî; dixwazim bala rayedarên Kurdistanê, Kurdîstanxwazên di nav PKKê de (ger hebin) de bikşînim ser hewcedarîya îmaneke biqasî a serok Barzanî û ne yeke wek Cemîl Bayikê xerabkar.
Bela başûrê Kurdistanê ji roja pêşîn û heta niha jî di çavê temamê dagirkerên Kurdistanê û hinek ji rayedarên PKK de wek kelem û strî ye. Tam di vê çerçewê de, îro jî hin rayedarê KCK û hev serokê wê Cemîl Bayik, nivîskarên wê li dijî helwest û qedir girtina serokê Kurdistanê nerazîbûna xwe, jahrên û dijminatîya di dilê xwe de wedireşîn.

Wek me li jor jî bi kurtasî behs kir, bi taybet dewleta Tirk a tarî dixwaze PKK û hêzên başûrî bera hev de û şerê birakujîyê bide destpêkirin. Ji alîyekî dixwazin tifaq û nêzîkbûna ku di navbera Kurdan de çêbûye têk bibin, wan dîsa bikin dijminên hev, û ji alîyê din jî dixwazin ji van nakokîyan îstîfade bikin û di Rojevayê Kurdistanê de destkefinê heyî têk bibin.

Di vê babetê de bar û erkên mezin dikevin ser milê rayedarên Kurdperwerên di nav PKKê de (dubare dikim; ger hebin?????).  Bi haqaniya van hêvîya jî, divê PKK bi biryarên ku Kurdistana azad jê bargiran nebe, bilaks divê li gor berjewediya temamê Kurdan tev bigere û ew jî manîfestoya serokê Kurdistanê sûd wergire; da ku başûrê Kurdistanê karibe rola xweyî di alîkariya perçê dinî Kurdistanê bilîzin.

Ji ber ti Kurdperwer naxwazin li ti deverê Kurdistanê wek 1975an bê serê welatê wî. Devê me Kurda ji şîr şewitiye!!!! ji wê bonê jî, divê em ehemiyetê ti wextî ji dest bernedin. Lê divê ev rastiya dîroka me a tahl, neyê wê wateyê ku em ê nikaribin zimanekî dîplomatîk li himber neheqiyê li dij berjewediya neteweya xwe de bikarneynin û dîplomasîyê nexin dewrê. Jixwe di serdanên xweyên dawî de, Neçîrvan Barzanî  helwestek mêrane, Kurdperest û dîplomatîk nîşanî temamê Dinyê da. Lê divê di wî warî de neyê jibîrkirin ku, çawa erk û barê netewî dikeve ser milê hikûmeta Kurdistanê, herweha erka PKK ye jî ku li berjewendîyên Kurdistanê bifikire û neyê lîztika dewletê dagirker. Ji alîyê din divê sedî sed rayedarên başûrê Kurdistanê jî rê nedin şerê li dijî PKK. Her çendê PKK bi navê PYD li Rojevayê Kurdistanê hêzên dervayê xwe dikûje, êsîr digre, poroveqe dike ji; di şûna ku şerê PKK bê kirin, divê rê û çareyên ku çawa PKK bibe Kurdistanî bên dîtin. Divê fersendê nexin destê dewleta Tirk û grûba ku di nava PKK de dixwazin Kurdistanê têk bibin.

Di vir de em karin bi kurtasî bêjin ku, têkdana Kurdistana azad têkçûna Kurdan û xurtkirina dijmin e. Kî dibe sebeb bila bibe, kî rê ji têkdana destkeftiyên heyî re veke bila veke, wê ev jibin wî webalê mezin dernekeve. Divê êdî Kurd li mezinên xwe, li Ehmedê Xanê guhdarî bikin, kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin:

“Ger hebûya me îtîfaqek
Pêkve bikira me întîqadek
Wê Rom û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan jı me re bikira xulamî “

Nûrî Çelîk

Nêrînek

  1. Sê partî û rêberên Kurdan hene ku hewce nake binav kim.Her kesek û xwedî fikr û bîrdoziyeke, nakokiyên di navbera 3 hizban de jî gelek in. Cîhaneke çaya Rojhilatek çawa û Kurdistanek çawa? Lê kesên ku dibêjin em Kurperwerin bila hevaltiya hêzek bi tenê nekin, ger ku dikin divê nebêjin em Kurdperwer in, ew serokperwer in an jî patîzan in. Helbet em her yek bi aeayekî nêzîkî hêzekê ne, lê dema berjewendiyên welat bi seranser be divê mirov lixwe vegere û nêzikahiyek rast deyne. Serok Barzanî sexsek hêjaye tevî Nêçîrvan û tevî Nosirvan û mam celal, lê Öcalan jî hêjaye tevi Cemîl tevî Besê û tevî Murat. Hewcehiya me bi nêrinek wuha heye ne ku miroz bibe mirîda hizbeke Kurd. Di dawiyê de birêz Çelîk ji çarîkên Cegerxwîn yek nivîsandiye lê xuyaye ew bixwe ji vê çarîkê tu wate dernexistiye. Mirîdiya kor dê me berî hev bide, bila neyê jibîr kirin ku PKK li çar perçe Kurdistan jibo maf û azadiya Kurdan têdikoše û šerek bêhempa dike û bila neyê jibîr kirin ku dema Malikî bo Kerkûkê gef li Kurdên bašur xwar ew Cemil Bayik bu ku got;Kerkûk Kurdistane,ew xeta meyê sore,ger li bašur êrîšek çêbibe heta berîka dawî û xwîna dawî em dê li hember vê rawestin li cem PDK û YNK'ê. Ji ber vê yekê kî çawa rûdinê bila rûnê lê rast bibîne,rast bixwîne û rast binirxîne. Cudahiya di navdera me ajalan de eve,hewceye mirov kûr binihêre û kûr binirxîne û avakar be, xirabkar na

Nerîna min :